www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
23.02.2009 - 22:05 [ 1370 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Pisporê Rojhilata Navîn yê elmanî Dr. Guido Steinberg: Ez li ser dahatûya Kurdistana Iraqê gelekî bitirs im!

Sîrwan H. Berko – Berlîn


Dr. Guido Steinberg pisporê Rojhilata Navîn û terorê yê Fonda Zanist û Siyasetê li paytexta Elmanya Berlînê ye, ku şêwirmenda parlament û hikumeta elmanî ye di pirsên siyaseta derve û ewlekariyê de. Steinberg di salên 2002-2005 de li jêr rawêjkarê berê Gerhard Schröder berpirsê melefê terorîsma cîhanî di dezgeha rawêjkariya elmanî de bû. (www.swp-berlin.org)
Birêz Steinberg, wezîrê derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier hefteya buhurî serdana Iraqê kir. Çima ewqas dirêj kir ta ku serdana wir bike?
Dr. Guido Steinberg: Li Elmanyayê li ser vê pirsê gelek nîqaş pêk hatin. Wilo diyar e ku wezîrê derve ne amade bû vê gavê ber bi desthilatdariya emerîkî ve bavêje, ta ku George W. Bush xatir ji serokatiyê bixwaze. Peywendiyên elmanî-iraqî li jêr kêşeyên di navbera hikumeta elmanî ya berê û Bush de dinaliya.

Tu bi xwe encamên serdana Steinmeier çawa dinirxînî?
Dr. Guido Steinberg: Encamên serdanê tiştekî li ser gavên berê ku hatibûn destpêkirin, zêde nekirin. Peywendiyên aborî di navbera Elmanyayê û Iraqê de di sala 2008ê de hinekî xurt bûn, dema wezîrê aboriyê yê berê Michael Glos serdana Iraqê kir. Lê giringiya vê serdanê ew e ku wezîrê derve ya Elmanyayê – û bi vê yekê jî hikumeta elmanî – bi şêweyekî eşkere teqez kir ku ew dixwaze peywendiyên bi Iraqê re berfirehtir bike.

Xalek ku di alavên ragihandinê de nehat behskirin, xala vegerandina penaberan ji bo Iraqê ye. Dibe ku ev xal jî di çarçeweya serdana Steinmeier de hatibe behskirin?
Dr. Guido Steinberg: Pirsa penaberan yek ji pirsên giring e ku hikumeta elmanî xwe bi şêweyekî berfireh mijûlî wê dike. Teqez wê ev pirs jî li Iraqê hatibe guftûgokirin. Lê di xalên din ên giringtir hebûn ku di rojeva serdana Steinmeier ji bo Iraqê de hebûn: piştivaniya aboriyê û danûstandina çandî.

Wezîrê derve Steinmeier serdana Kurdistana Iraqê jî kir û li wê derê konsulxaneya giştî ya elmanî vekir. Te berî du salan di lêkolîneke xwe de ji hikumeta elmanî doz kir ku gerek ew Kurdan piştguh neke. Çima?
Dr. Guido Steinberg: Hingî min ev doz kir ji ber ku hikumeta elmanî tim digot ku rewşa ewlekariyê li Iraqê rê li ber xurtkirina peywendiyan digire. Ev yek ji bo Kurdistana Iraqê ne rast bû, çimkî dema ku peywendiyên Elmanya bi Kurdan re xerab bûn jî, tim derfet peyda dibûn ku Elmanya li Kurdistana Iraqê çalak be. Ji ber ku rewşa ewlekariyê li Iraqê hîn jî xerab e, ez baştir dibînim ku gerek Elmanya piştivaniya aborî li Kurdistana Iraqê xurtir bike, da ku dema rewşa li aliyên Iraqê yên din baştir bibe, van çalakiyan berfirehtir bike. Ji aliyekî din ve peywendiyên Elmanya û Kurdan ji berê ve gelekî xurt in. Li Kurdistana Iraqê gelek dostên me hene, tevî cudabûna nerînên siyasî di salên dawî de. Ji ber vê yekê gerek ev peywendî bên xurtkirin.

Tevî ku rewşa ewlekariyê li Kurdistana Iraqê pir baş e, şirketên elmanî naxwazin herin wê derê kar bikin. Elmanya dikare çi bikî da ku ev wêneyê şaş ji rewşa li Kurdistanê bê guhertin?
Dr. Guido Steinberg: Divê Elmanya piştivaniya aborî gelekî xurtir bike, ne tenê bi Kurdistana Iraqê re, lê herweha bi herêmên Iraqê yên xwedî rewşine ewlekariyê yên baş. Ji aliyekî din ve gerek herêmên elmanî bi xwe jî peywendina bi van herêman re çêkin û xurt bikin. Divê hikumeta elmanî piştgiriya şirketên taqetê yên elmanî bikin, da ku bikaribin li Iraqê bixebitin. Emê di çend mehên bê de bibînin bê serdana wezîrê derve ji bo Iraqê xwedî kîjan encam be.

Mirov dikare bêje ku siyaseta Iraqê ya hikumeta elmanî hate guhertin?
Dr. Guido Steinberg: Ez bawer im ku hîn zû ye ku mirov vê yekê bêje. Rast e, Elmanya ji sala 2008ê ve xwe bêtir mijûlî berjewendiyên xwe yên aborî li Iraqê dike. Lê serdana Steinmeier ya dawî ji bo Iraqê bêtir dikeve çarçeweya peywendiyên bi Emerîkayê re. Hikumeta elmanî divê isbat bike bê ew bi rastî dixwaze peywendiyine nû bi Iraqê û herêma Kurdistanê re çêke. Yan jî divê ew bêje bê ew tenê dixwaze peywendiyên xwe bi Emerîkayê re baştir bike. Eger mirov li dema buhurî binere, mirov dibîne ku Iraq di siyaseta derve ya Elmanyayê de tucarî roleke giring nelîstiye. Divê mirov li bende bimîne bê ta çi radeyê serdana Steinmeier ji bo Iraqê dê di siyaseta rojane de encamine berbiçav bi xwe re bîne.

Gelo Elmanya taybetmendiya Kurdistana Iraqê nas kiriye?
Dr. Guido Steinberg: Hikumet û welatiyên elmanî baş taybetmendiya Kurdistana Iraqê nas dikin. Mirov dikare bêje ku Elman bi giştî bi çavekî baş li Kurdan - çi yên Iraqê, yan jî Tirkiyê, Îran û Suriyê bin – dinerin.

Li gorî agahiyên rojnameya me serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî dê li ser daxwaza rawêjkara elmanî Angela Merkel di destpêka adarê de serdana Elmanyayê dike û bi Merkel re dicive. Ji bo çi vexwendina Barzanî ewqasî dereng hat, nemaze ku welatên ewropî yên din ew gelek caran ji bo serdanên fermî vexwendiye?
Dr. Guido Steinberg: Dema ez behsa peywendiyên xurt di salên dawî de dikim, ez behsa peywendiyên fermî nakim. Di dema hikumeta Gerhard Schröder de ji ber siyaseta Tirkiyê ya hikumetê gelekî ji nepêkanîna peywendiyên bi Kurdistana Iraqê re hişiyar bûn. Wan ji aliyekî ve nedixwest Tirkan aciz bikin. Ji aliyekî din ve ew di wê baweriyê de bûn ku Pirsa Kurdî dikare Iraqê perçe bike û kêşeyên herêmî gurr bike. Ev rewş li jêr hikumeta niha de hinekî hatiye guhertin, çimkî Partiya Filehên Demoqrat (partiya Angela Merkel, ku ligel Partiya Iştîrakiyên Demoqrat hikumeta federal pêk tîne, Rûdaw) zêde guh nade Tirkiyê wek ku hikumeta Schröder dikir. Lê dîsa jî Elmanya hesabê Tirkiyê dike, çimkî ew di siyaseta xwe ya Iraqê de giraniyekê ji bo herêma Kurdistanê çênake, ku min berî niha doza vî tiştî kiriye.

Ev demek dirêj e ku tu xwe mijûlî Iraqê û Pirsa Kurdî dikî. Tu dahatûya Kurdan li Iraqê çawa dibînî?
Dr. Guido Steinberg: Ez rastî bêjim ez li ser Kurdistana Iraqê û bi vê yekê re jî li ser dahatûya Iraqê gelekî bitirs im. Ji sala 2003ê de kêşeyên di nav Kurd û Ereban de berdewam peyda dibin, ku li gorî min niha dixuye ku dikin bifecirin. Herdu aliyan ta niha wek ku pêwîst ha ji gavên xwe hebûn. Berî kêşeyên Şîî-Şîî û Şîî-Sunî hebûn, lê ji sala 2008ê ve kêşeya Ereb û Kurdan bûye ya herî giring. Gumaneke min a mezin heye ku ev kêşe dê di salên bê de tenha bi şêweyekî aşityane bidomîne. Ku ev kêşe gurr bûn, divê mirov bitirs be ku welatên cîran mîna Îran, Surî û Tirkiyê dê beşdar bibin. Bi kurtî: Ez gelekî bitirs im.

E-mail: sirwan@amude.com
--------------
Ev hevpeyvîn ji rojnameya "Rûdaw"ê (hej. 45, 23.02.2009) hatiye girtin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000