|
|
|
10.08.2008 - 21:44
|
[ 1362 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Umer Şêxmus li ser peywendiya Kurdan bi USA re: Xewna me bi cî hat!
Sîrwan H. Berko - Stockholm
 Sîrwanê H. Berko bi Umer Şêxmus re li Stockholma paytexta Swêdê. |
Ew yek ji damizirênerên Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê ye û rêhevalek serokê Iraqê Celal Talabanî ye. Berî ku Umer Şêxmus dora şeş salan di beşê kurdî yê radyoya Dengê Emerîkayê de wekî cîgirê serok û piştre jî wekî serok bexebite, ew li Swêdê wekî lêkolînerekî siyasî dixebitî. Di warê xebata xwe ya siyasî ya zanistî de Umer Şêxmus hejmareke mezin ji lêkolîn nivîsandine û gelek ji wan di konferansên zanistî de li seranserî cîhanê pêşkêş kirine.
Umer Şêxmus 66 salî û bi eslê xwe ji bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê ye. Ew yek ji nifşên pêşî bû ku di salên şêstî de ji bo xwendinê derket Ewropayê. Piştî ku xebata Umer Şêxmus li Dengê Emerîkayê li Washingtonê bi dawî hat, ew vegeriya Swêdê û li paytexta wê Stockholmê jiyana xwe didomîne. Ew niha bi nivîsandina çend pirtûkan mijûl e, ku yek ji wan bîranînên wî ne. Di rojeke havîna îsal de, li ser seqfê Kulturhuset û li jêr ezmanê li jora navenda Stockholmê, me pêşî xwarineke hindî bi hev re xwar. Êdî dema ku me çayê vedixwar, min çend pirs li ser peywendiya Kurd û Emerîkiyan ji Umer Şêxmus kir.
Bi rastî mirov ji axavtina bi vî mirovî re têr nabe. Lê mirov di jiyanê de ne tenê carekê rastî hev tê. Fermo bixwînin bê Umer Şêxmus çi dibêje.
* * * * *
MALPERA AMÛDÊ: Kek Umer, hema bêje tevaya cîhanê îroj roj ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê aciz e. Lê Kurd wilo nafikirin û Emerîka wek dosta xwe dibîne. Gelo Kurd bi vê helwesta xwe mafdar in?
Umer Şêxmus: Serketineke gelekî mezin e ku gelê kurd karî berjewendiyên xwe bi berjewendiyên Emerîkayê ve girêbide û wekî dostekî nêzîk lê binere. Emerîka ji sala 1991ê ve gelê me li Kurdistana başûr paraztiye û alîkariya xelkê Iraqê kir ku Sedam Hisên bê avêtin û herweha alîkariya Kurdan kiriye ku di warên aborî, ewlekarî û yên din de bi pêş keve. Xewnek me hebû ku dewleteke mezin di cîhanê de têkilî tevgera gelê kurd bibe û piştgirtiya wê bike. Ev xewn bi cî hat. Niha dewletên mîna Emerîka, Brîtanya, Rusya, Çîn û yên din alîkariya Kurdan dikin. Eger Tevgera Kurdî siyaseteke maaqul, demoqratîk û aştîxwaz bi rê ve bibe, û desthilata li başûrê Kurdistanê bibe desthilateke demoqratî ya nimûneyî, wê çaxê ewê sîmpatya raya giştî ya cîhanê bi aliyê xwe ve bikişîne.
”Tenê PKK ji Emerîka aciz e”MALPERA AMÛDÊ: Lê hejmareke ne kêm ji Kurdan heye, ku dibêjin Emerîka dide dû berjewendiyên xwe û dê Kurdan dîsa bitenê bihêle.
Umer Şêxmus: Ew kesên ku van gotinan dibêjin, gelekî kûr bîr nakin. Tu dewlet li dinyayê tune ye ku bi dû berjewendiyên xwe ve nekeve. Carcaran berjewendiyên miletê me û yên Emerîka yan jî dewletine din digihên hev. Gava ku gihan hev, gerek mirov bi hevre kar bike. Ku berjewendiyên me negihan hev, hingî mirov bi hevre kar nake. Kesên ku îroj roj piştgiriya Emerîkayê nakin, tenê hevalên PKK ne. Sedema vê helwesta wan jî ew e ku ew siyaseteke tundrê bi rê ve dibin, xwe weke rêxistineke marksîst dibînin, dixwazin bi zorê rêjîma Turkiyê biguherin. Bêguman Emerîka piştgirtiya wan nake. Eger hat û PKK siyaseta xwe guhert û siyaseteke aştîxwaz û demoqratîk bi rê ve birin, ew piştrast im ku Emerîka dê di warên mafên Kurdan de alîkar bin. Lê tiştekî eşkere ye ku Emerîka wek hêzeke rojavayî ya xurt piştgirtiya hêzeke êkstrîmîst nake.
Hêzên çep li Ewropa û dinyayê şaşitiyeke gelekî mezin dikin. Ew zeman nema ye ku mirov bêje Emerîka serkêşiya împiryalîzma cîhanî dike. Emerîka carcaran karê baş dike. Ku ew karê baş bike, gerek mirov piştgirtiya wê bike; eger karekî xerab bike, gerek mirov li hemberî vî karê xerab helwestekê bistîne. Li Rojhilata Navîn Emerîka û serok Bush roleke gelekî erênî dilîzin. Ji aliyekî ve Bush rêjîma Sedam rûxand. Ji aliyekî din ve ew dixwaze hemû sîstemên welatên Rojhilata Navîn biguhere, dixwaze demoqratî li Rojhilata Navîn bê avakirin. Ev tişt di qezenca miletê kurd de ye.
 Umer Şêxmus: "Siyaseta USA ya yekalî bi ser neket." | MALPERA AMÛDÊ: Çendîn serok Bush ji bo Kurdan karekî baş kiribe, lê dinya jê aciz e. Niha hêviya rexnegirên siyaseta Bush ew e ku Barrack Obama bibe serokê Emerîkayê. Gelo Obama hêjayî serokatiya vê dewleta mezin e?
Umer Şêxmus: Piştî hatina Bush li ser kar Emerîka şaşitiyeke mezin kir. Di hikumetê de taximek bi navê “New Konservatives” (Muhafizên Nû) heye, ku difikire ku li dinyayê tenê Emerîka mezin e û ji bilî wê ti hêzeke din tune ye, ne di hêla aborî, ne di ya leşkerî, ne jî di hêla çekên atomî de. Ji ber vê yekê ev grûp di wê baweriyê de ye ku tenê Emerîka biryardar e. Li aliyekî din Emerîka hêzên hevpeymanên xwe ji xwe aciz kirin. Wê siyaseteke serbixwe bi rê ve bir bêyî ku li nerîna hevpeymanên xwe bipirse. Ev yek bû sedem ku xelk bêtir Emerîka rexne bikin. Ev çend sal in ku Emerîka poşman bûye û dixwaze vegere siyaseta berê û bi rengekî din kar bike. Siyaseta wê ya yekalî bi ser neket, ne li Afghanistan ne jî li Iraqê. Nerazîbûna li dijî hikumeta emerîkî li cîhanê û di hundirê Emerîkayê bi xwe de jî dihêle ku xelk piştgiriya Partiya Demoqrat bikin. Berendamê serokatiyê yê Demoqratan Barrack Obama ye. Şansê wî mezin e ku bibe serok. Lê ji aliyekî ve ew kesên ku piştgirtiya Hillary Clinton dikir, dibêjin ku ewê dengên xwe nedin Obama. Ji aliyekî din ve pir zehmet e ku civaka emerîkî bihêle ku yekî reş bibe serokkomar. Lê xelkên ortê wê biryar bidin bê wê kî bibe serok. Barrack Obama ta niha li aliyê çep e. Berendamê Partiya Komarî John McCain jî ta niha li aliyê rastê û ortê ye. Obama hêviyeke mezin bi Emerîkiyan re çêkiriye, bi taybetî bi ciwanan re. Wekî din ew siyaseteke nerm bi rê ve dibe.
”Li Emerîkayê sempatiyeke mezin ji Kurdan re peyda bûye”MALPERA AMÛDÊ: Ev tê wê wateyê ku ji bo Emerîkiyan û danûstandinên wê bi cîhanê re Barrack Obama baş e, lê ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn John McCain baştir e?
Umer Şêxmus: Belê. John McCain dixwaze hêzên emerîkî li Iraqê biparêze. Ew herweha helwesteke tundtir li hemberî Îranê distîne.
MALPERA AMÛDÊ: Gelo wê Emerîka leşkerên xwe demek dirêj li herêmê bihêlin?
Umer Şêxmus: Li gorî dîtinên pisporên leşkerî li Emerîkayê ne mumkin e Emerîka bikaribe berî 15 salan ji Iraqê derkeve. Hebûna hêzên emerîkî li Rojhilata Navîn di qezenca miletê kurd de ye, ji ber ku miletê kurd li hemberî Tirkî, Surî, Îran û hêzên neteweperestên ereb li iraqê tê paraztin. Ku Kurdan alîkariya Emerîka kir ku rêjîma Sedam Hisên bê rûxandin, li Emerîkayê simpatiyeke gelekî mezin ji Kurdan re peyda kiriye. Ji ber vê yekê pêwîst e Kurd peywendiyên xwe bi Emerîkayê re xurt bike. Lê ne li ser hesabê Çîn û Rûsya, ku divê Kurd bi wan re jî peywendiyên xwe xurt bikin.
E-Mail: sirwan@amude.com
---------------------
Ev hevpeyvîn di rojnameya Rûdaw (Hewlêr, hejm. 19, 11.08.2008) de jî hatiye weşandin. Beşin ji vê hevpeyvînê herweha di beşê kurdî ya radyoya elmanî WDR - Funkhaus Europa de hatiye weşandin.
|
|
|
|
|
|