|
|
|
11.05.2008 - 01:17
|
[ 1414 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Nivîskarê elman-kurd Şêrko Fetah: Derewan dikim eger bêjim Kurdistan welatê min e
Pêkanîna hevpeyvînê: Sîrwan H. Berko

Şêrko Fetah di sala 1964ê de li Berlîna rojhilat li Elmanyayê Rojhilat (DDR) ji dayik bûye. Wî zaroktiya xwe li DDR derbas kir, lê hingî jî demek dirêj li Kurdistanê maye. Di sala 1975ê de malbata wî koçberî Viyena bû û ji wir jî rêwîtiya wan çû Berlîna rojava. Şêrko Fetah li Berlînê felsefe û dîroka hunerê xwend. Bavê wî Reuf Fetah birayê Ibrahîm Ehmed e, bavê Hîroxan. Romana wî ya yekem "Im Grenzland" (Li welatê li ser sînor) Xelata Wêjeyê ya Aspekte stend. Pirtûkên wî ev in: Im Grenzland (Li welatê li ser sînor), 2001; Donnie, 2002; Onkelchen (Apê biçûk), 2004; “Das Dunkle Schiff” (Gemiya Tarî), 2008. “Im Grenzland” û "Onkelchen" hatine wergerandin ji bo zimanê fransî. |
Bavê wî kurd e, dê elman e û pênûsa wî bi elmanî dinivîsîne: Di demeke kurt de nivîskarê elman-kurd Şêrko Rauf Fetah karî ji xwe re di nav wêjeya elmanî de ciyekî peyda bike. Tevî ku wî ta niha çar pirtûk nivîsandine, ku sê ji wan roman in, Şêrko Fetah komek xelatên wêjeyê yên giring stendine. Romana wî ya dawî "Das Dunkle Schiff" (Gemiya Tarî) îsal ketibû lîsteya kurt a Xelata Pêşangeha Pirtûkan a Leipzig 2008, ku yek ji xelatên wêjeyê yên elmanî yên mezin e. MALPERA AMÛDÊ Şêrko Fetah li bajarê Kölnê dît û pê re li ser pirsên nasnameyê, wêjeya pirçandî û herweha peywendiya wî ya bi Firstlady ya Iraqê Hîroxan re axivî.
* * *
MALPERA AMÛDÊ: Kek Şêrko, tu kurê du nasnameyên ji hev cuda yî: kurdî û elmanî. Tu xwe di kîjan nasnameyê de li malê hest dikî?
ŞÊRKO FETAH: Nasname bi şêweyekî mezin bi zimamê ku ez pê dinivîsînim ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê ez xwe bêtir wekî Elmanekî hest dikim. Lê teqez gelek girêdanên min ên malbatî bi Kurdistanê re hene, çimkî bavê min ji wir e. Di jiyana xwe de min xwe pir mijûlî vî tiştî kiriye û ta roja îroj jî peywendiya min a bi Kurdistanê re qut nebûye.
 "Kurdistan ji bo wêjeya min gelekî giring e." | Gelek ji bûyerên romanên te li Kurdistanê dilîzin û piraniya lehengên te jî kurd in. Gelo biyografiya te sedema vê mijûlbûyina te ya bi Kurdistanê ve ye?
Di zaroktiya xwe de ez gelekî li Kurdistanê mame. Min li wir gelek çîrok bihîstine, ta îroj jî dibihîsim. Ez nikarim bêjim ku ev yek bêrîkirineke ji bo welêt e, lê bêtir hestek girêdanê ye. Ev yek min ji nivîskarên elman ên din cuda dike, ku xelfiyetek (backgroundek) wan a çandî ya din tune ye. Bandora vê rewşê li ser wêjeya min heye, ji ber Kurdistan welatek bê sînorên xweser e û bi vê yekê bi xwe jî dibe xwedî tiştekî hema bêje wêjeyî. Ev yek hema bêje mîna xewna dil e.
Danûstandina di navbera çandan de mijara sereke a pirtûkên te ye. Gelo ev yek bi biyografiya te ya wêjeyî ve girêdayî ye?
Belê, rast e. Ez nizanim bê biyografiya min xwedî bandoreke çawa ye li ser wêjeya min. Min di tevaya jiyana xwe de xwe mijûlî vê pirsê kiriye: Du çandên ji hev cuda di heman demê de. Bi ser de jî xalek din tê ku vê rewşê ta dawî dijwartir dike: paşeroja min a li DDR. Mirov tenê di wêjeyê de dikare bi vê dema derbasbûyî re bide û bistîne. Mirov dikare herdu welatan tenê di wêjeyê de bike mijar: ji aliyekî ve DDR, çimkî ew têk çû û nema heye; ji aliyekî din ve Kurdistan, ji ber ew hîn nebûye rastî.
"Dixwazim çîrokên Kurdistanê bi dûrbûn û nêzîkbûnekê bêjim"Gelo tu rastî perwerdeyeke kurdî yan elmanî bû?
Herduyan. Bavê min hewil dida ku min û birayê min bi kurdî perwerde bike. Em fêrî gelek tiştan bûn, bêyî ku bavê min li ser vî tiştî israr bike. Weke mînak bavê min ne zêde dîndar bû. Lê di malbatê de hin kesên dîndar hebûn. Danûstandina bi islamê û herweha olên cuda yên li Kurdistanê re bandoreke gelek mezin li ser min hişt. Mîna gelek kesên di dema wî de, bavê min – ku ji bo xwendinê hatibû Elmanyayê - çepgir û sosyalîst bû û zêde guh nedida perwerdeya kevneşopî.
 Tezetirîn berhemên Şêrko Fetah: "Gemiya Tarî", Jung und Jung, 2008 | Te di hevpeyvîneke xwe bi rojnameya elmanî "Süddeutsche Zeitung" re gotibû ku tu bextewar î ku bavê te li Kurdistanê dijî, çimkî tu dikarî tim biçî wir û çîrokan peyda bikî. Ta çi radeyê Kurdistana bavê te ji bo wêjeya te giring e?
Gelekî giring e. Çimkî li Kurdistanê pir bûyer diqewimin û gelek çîrok hene ku ez dikarim bêjim. Lê divê ez rêyekê peyda bikim bê çawa ez van çîrokan bêjim. Ez naxwazim çîrokê mîna romana welêt bêjim. Çimkî ew der ne welatê min e. Ez derewa dikim eger bêjim Kurdistan welatê min e, çimkî ez li Elmanyayê dijîm. Ez dixwazim wan çîrokan bi wî şêweyê ku ez lê dinerim, bêjim: di heman demê de bi nêzîkbûn û dûrbûnekê. Ez kêfxweş im ku bavê min li wir e, çimkî ev yek derfetê dide min ku ez biçim wir û kûrtir li meselê binerim. Hebûna wî ya li wir deriyan ji min re vedike.
Ev tê wê wateyê ku tu li bûyerên li wir bi perspektîveke elmanî temaşe dikî?
Ta radeyekê erê. Lê dema ku Şerê Iraqê dest pê kir û Emerîkî ketin Iraqê, divyabî ku ez li Elmanyayê helwesta Kurdan a piştgiriya hêzên emerîkî ronî bikim û biparêzim. Ez hingî ketim orta du eniyan de.
"Mecbur im tim şirove bikim bê Kurd kî ne"Li Elmanyayê kêm kesên navdar ên elman-kurd, mîna Kurdên ji Kurdistana Tirkiyê, nasnameya xwe ya kurdî eşkere dikin. Gelo ewqasî zehmet e ku mirov bêje ku mirov endamê çandeke kurdî ye?
Ez bawer im ne zehmet e ku mirov namsnameya xwe ya kurdî eşkere bike. Ez bawer im ku ev pirsgirêkeke tirkî ye. Havîna buhurî Kurdekî Tirkiyê ji min re got ku berî ku Kurdên li Tirkiyê doza welatekî xwe bikin, divê ew pêşî li xwe vegerin û xwe nas bikin. Min xwe demek dirêj mijûlî vê yekê kir. Ez bawer im veşartin û piştguhkirina xelfiya kurdî encama siyaseta Tirkiyê ye ya asîmîlatsyonê ye.
"Bitirs bûm ku wekî nivîskarekî wergerandî bême xuyakirin"Gelo nasnameya te ya elmanî-kurdî tucarî ji bo te wekî nivîskar bûye pirsgirêk?
Gelek kes vî tiştî fêm dikin. Lê pêwîst e ku ew baş agahdar bin û bizanibin bê Kurd kî ne û ji kû ne. Ez mecbur im ku vê yekê tim şirove bikim. Demek dirêj hebû ku divyabû ez şirove bikim bê Iraq li kû ye û ku ew welatek li kêleka Îranê ye. Ji bo min pirsgirêke din derdikeve holê: Divê mirov di nav xebata wêjeyê de hişiyar be ku mirov neyê dehfandin ji bo qorziyeke wêjeya biyaniyên li Elmanyayê. Eger wilo bibe, mirov dikeve sindoqekê û êdî nema dikare jê derkeve. Lê ku mirov hunermend be û wêjeyê biafirîne, divê mirov ji vê sindoqê derkeve. Çimkî divê mirov bi wa kesan re guftûgo bike ku li ser wêjeya elmanî diaxivin, û ne li ser wêjeya yunanî yan jî ya îtalî li Elmanyayê. Di destpêkê de ez gelekî bitirs bûm ku ji ber navê min ez wekî nivîskarekî wergerandî bême xuyakirin.
 "Ne zehmet e ku mirov namsnameya xwe ya kurdî eşkere bike." | Te di dema dawî de komek ji xelatên wêjeyî stendin û romana te ya dawî "Gemiya tarî" bû mijara gelek nivîs û hevpeyvînên di mezintirîn rojnameyên elmanî de. Gelo dibe ku aliyê te yê kurdî sedema vê serketina te be, yan bi rastî pênûsa te baş e?
Ez hêvîdar im ku wêjeya min dikare bêyî xelfiya min a kurdî bi ser keve, û ez bawer im ku wilo ye. Lê divê mirov bêje ku tim baş e ku mirov di pirsên çandî de di xalekê de balê bikişîne ser xwe. Ez bawer im ku ez ji xelfiya xwe ya kurdî sûdê digirim. Li Elmanyayê komek nivîskar çêbûne ku di nav du çandan de mezin bûne, lê bi elmanî dinivîsînin. Ez bawer nakim ku nasnameya pirçandî tenê têr dike ku mirov pirtûkekê binivîsîne û baş bifiroşe. Dawiya dawî xwendevan biryarê dide bê çîrok xweş e yan na.
Tevî vê serketina te ya li Elmanyayê, lê Şêrko Fetah wek nivîskar hîn ji bo piraniya Kurdan navekî nenas e. Gelo Kurd xwe nêzîkî te nakin, an tu xwe dûrî wan dikî?
Bêtir ez im ê dixwaze dûrbûnek hebe. Ez civaka kurdî di rêya malbata xwe re nas dikim. Lê ez wê ewqasî baş nas nakim mîna mirovekî ku di nav wê de mezin bûbe û li wir dijî. Min jiyana xwe li Elmanyayê dest pê kir û li vê derê min zimanê xwe yê nivîsandinê dît. Da ku ez bikaribim bi vê rastiya ecêb re bidim û bistînim, ku ez nêzîk im, bêyî ku ez bi rastî nêzîk bim, divê ez zimanekî biafirînim. Ez bawer im ev yek dê di pêşerojê de bibe pirsgirêka gelek mirovan. Çimkî ewê dev ji welatên xwe berdin û biçin li welatekî din bijîn an bixebitin. Ango ne tenê ez rewşeke wilo derbas dikim, lê gelekên din jî.
Tu bi elmanî dinivîsînî. Gelo wê ji bo te çawa be ku tu pirtûkên xwe bi kurdî bibînî?
Ev yek dê min gelekî kêfxweş bike. Tevî ku ez dizanim ku rewşa weşanxaneyan li Kurdistanê ne hesan e. Lê ez bawer im ku dê lê hêja be ku mirov hinekî xwe biwestîne. Ji bo min jî dê balkêş be ku ez bibînim bê ka mirov çi dibêje dema ku tiştekî ji mirovekî bistîne, ku pişta xwe daye wir.
"Hingî ez xwe wek Kurdekî hest dikim"Hestekî çawa ye ku mirov nivîskarek elman be û keçama mirovî Firstlady ya Iraqê be? Ev ne rewşeke paradoks e?
(Dikene) Bi rastî paradoks e. Bi rastî ez bi xwe ecêbmayî dimînim ku wilo ye. Ez car-caran Hîroxan dibînim û bi dirêjayî pê re diaxivim.
 "Ez dibim terfdarê Kurdan." | Hûn li ser çi diaxivin?
Li ser her tiştî. Bi taybetî li ser bîranînên wê yên dema ku ew li çiyayên Kurdistanê Pêşmerge bû û çentê wê yê Channel pê re bû. Wê carekê ji min re got ku ew rastî êrîşên debaban jî bûye. Çîrokên wê bêsînor pir û dirêj in.
Dema tu van çîrokan dibihîsî, tu xwe çawa hest dikî?
Hingî ez xwe wek Kurdekî hest dikim. Çi gava ku bavê min ji min re behsa Kurdistanê dikir an jî min li çîrokên mirovên ku li çiyayên Kurdistanê diman, guhdar dikir, ez beşdarî hestên wan dibûm. Min xwe hingî li aliyê wan didît. Dema dadgehkirina Sedam Hisên min ew çîrokên xemgîn ên li ser Kurdan dibihîst. Di rewşeke wilo de ez dibim terefdarê Kurdan. Ez vê yekê di hestên xwe de dibînim. Ez nikarim hingî bêjim: Ez dûrî wan im û ti îşê min bi wan tune ye.
E-Mail: sirwan@amude.com
Wêne bi kamereya Ferhad-Michel hatine kişandin.
|
|
|
|
|
|