www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
01.04.2008 - 01:05 [ 1366 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Ismaîl Umer: Rêjîma Suriyê dixwaze Kurdan bike gorî

Sîrwan H. Berko - Dortmund


Ismaîl Umer: Miletê kurd bitirs e.
Serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Suriyê Ismaîl Umer eşkere dike ku rêjîma Suriyê kuştin û birîndarkirina welatiyên kurd li Qamişloyê di êvara Newrozê de plan kiribû. Di wê êvarê de hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê bi çekan êrîşî welatiyên kurd ên sîvîl kir, sê kuştin û pênc jî birîndar kirin. Di hevpeyvînê de bi MALPERA AMÛDÊ re Umer diyar dike ku partiyên kurdî nexwestiye ku îsal cejna Newrozê pîroz nekin, lê ji bo pîrozkirinê şêweyê şîniyê hilbijartiye. Isamîl Umer herweha li ser Lêvegera Kurdî li Suriyê, siyaseta rêjîma Suriyê li hemberî Kurdan û pirsine dî nerînên xwe eşkere dike.

* * *

MALPERA AMÛDÊ: Birêz Ismaîl, gelo kuştin û birîndarkirina welatiyên kurd li Qamişloyê di êvara Newrozê de ji nişkê ve çêbû yan jî plankirî bû?
ISMAÎL UMER: Di baweriya me de planek heye ku ji adara 2004ê ve dest pê kiriye. Armanca plana 2004ê pêk nehat. Ji ber vê yekê rêjîm wê di pêkanîna planên li dijî miletê kurd de berdewam be. Ew dixwaze vîna miletê kurd û daxwaza wî ya ji bo xebatê têk bibe. Rêjîm dixwaze Kurdan bike gorî û ders ji bo miletên li Suriyê, berê vî miletî bidin ber bi xetereke kurdî ve. Miletê Suriyê ji rêjîmê têr bûye, ew birçî ye, guhertinê û demokratiya aşityane dixwaze. Rêjîm jî dixwaze berê xelkê bide xetereke kurdî û dixwaze jê re eşkere bike ku şerê Kurdan bi Ereban re ye, ne bi rêjîmê re. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku êrîşa di êvara Newrozê de plan bû ku berê hatibû amadekirin.

MALPERA AMÛDÊ: berî demekê rojnameyeke israîlî nivîsand ku rêjîma Suriyê deh hezar leşker birine herêmên kurdî. Gelo ev nûçe rast e?
ISMAÎL UMER: Leşker berî niha hatine, ew di sala 2004ê de piştî Serhildana Adarê hatine. Ev leşker di kolanên Qamişloyê de ne.

MALPERA AMÛDÊ: Yanî leşkerên nû nehatine?
ISMAÎL UMER: Yên berê li vir in û pir in. Me nebihîstiye ku leşkerin nû hatine.

MALPERA AMÛDÊ: Piştî bûyera êvara Newrozê partiyên kurdî bangî Kurdan kir ku cejna Newrozê nekin. Hûn ji ber vê yekê hatin rexnekirin. Gelo biryara we rast bû?
ISMAÎL UMER: Me cejna Newrozê tune nekiriye, tenê şêweyê pîrozkirinê hate guhertin. Me şêweyê şîniyê û reşgirêdanê hilbijart, ku bi xwe jî pîrozkirin e. Miletê me bi dehên caran bi vî şêweyî Newroz pîroz kiriye. Ne mumkin bû ku Şehîd û birîndar bi şev di nexweşxaneyan de bin û xelk jî bitirs û di şîniyê de bûn û tu jî derkevî çolê. Nederketina çolê nayê wê wateyê ku me Newroz tune kir.

MALPERA AMÛDÊ: Niha tu rewşa li bajarên Kurdan çawa dinirxînî? Welatiyên kurd di rewşeke çawa de ne?
ISMAÎL UMER: Qeleqek heye, tirsek heye. Plan berdewam e. Rêjîm musir e ku berdewam bike û miletê kurd bike gorî. Ji ber vê yekê tirsek mezin li cem Tevgera Kurdî û miletê kurd heye. Ji ber vê yekê em dibînin ku paraztina miletê me gelekî giring e. Rêjîm har bûye, li goriyekî digere.

MALPERA AMÛDÊ: Di rewşeke wilo de tirs heye ku kesên xerabker ji nav Kurdan derkevin. Bersiva we li ser vê yekê wê çi be?
ISMAÎL UMER: Îroj giring e ku em Kurdan biparêzin û ti hicetan nedin Şovînîstan ku ziyanê bigihîne miletê kurd. Em dixwazin ku miletê me ji plana rêjîmê derkeve û nekeve bin şûrê çewisandina ji aliyê vê rêjîmê ve.

MALPERA AMÛDÊ: Di salên dawî de we tim behsa giringiya hebûna Lêvegereke Kurdî li Suriyê hebe, lê ta niha ew çênebûye. Gelo çima ta niha çênebûye û hîn jî pêwîstiya wê heye?
ISMAÎL UMER: Gelekî pêwîst e ku Lêvegereke Kurdî hebe. Lêvegereke Kurdî piştî Serhildana 12ê Adarê ya di 2004ê de çêbû. Dema miletê me dikeve xeterê, pêwîstiya lêvegerê bêtir dibe. Ji ber ku xeter nû bûye, wê hewildanên ji bo lêvegerê dîsa berdewam bikin.

MALPERA AMÛDÊ: Tu bawer dikî ku hûnê bikaribin di demeke nêzîk de nûçeya Lêvegereke Kurdî bigihînin miletê kurd?
ISMAÎL UMER: Ez nabêjim ku wê lêvegerek çêbibe. Lê em van rojan digihên hevdu û bi karên hevbeş radibin. Miletê me yek e û divê lêvegera wî jî yek be.

MALPERA AMÛDÊ: Piraniya rêxistinên oposîtsyona surî û herweha rêxistinên mafên mirovan ên surî û cîhanî êrîşên di êvaa Newrozê de protesto û şermezar kirin. Mîna rêxistinên kurdî ew jî banga pêkanîna lêkolînên serbixwe dikin. Gelo rêjîm çi dibêje?
ISMAÎL UMER: Rêjîma Suriyê vê carê deng ji xwe neaniye. Di adara 2004ê de di navbera rêjîmê û Tevgera Kurdî de yekser û neyekser têkilî hebûn. Vê carê ti danûstandin tune ye. Ne rêjîmê xwest bi Tevgera Kurdî re bikeve têkiliyan, ne jî Tevgera Kurdî ev yek xwestiye. Ev yek ciyê pirs û qeleqê ye.

E-Mail: sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000