www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
21.03.2008 - 05:54 [ 1345 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Ibrahîm Yûsiv: Rojek biêş û xemgîn bû

Sîrwan H. Berko


Ibrahîm Yûsiv
Li Qamişlo niha seet 06.30 e. Rojnamevan û çalakvanê kurd Ibrahîm Yûsiv jî şiyar e. Xewa wî nayê. Kurê wî Kerem do bi fîşekeke hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê hate birînadrkirin û niha di nexweşxaneyê de ye. Kurê wî yê nozdehsalî Aras jî di zindanê de ye. Dema ku wî dît bê çawa xwîna birayê wî direje, ew hêrs bû û bi gotinan êrîşî tawanbaran kir. Bersiva wan jî girtina Arasê xwendekar bû. Ez û Ibrahîm Yûsiv em li ser MSNê behsa bûyerên do dikin û van pirsan jê dikim:

Te gelek rojên ne xweş di jiyana xwe de dîtine. Roja do ji bo te rojeke çawa bû?
Ibrahîm Yûsiv: Rojeke mîna roja 12ê Adarê û roja kuştina Şêx Meeşuqê Xeznewî bû. Do rojek mîna hemî rojan bû, ku di wan de kesên bêguneh rastî êrîşên bi fîşekan tên. Rojek biêş û xemgîn bû. Ez gelekî êşiyam dema polîsan kurê min Aras bi xwe re bir û çavên wî li min in ku ez wî ji nav destên wan xelas bikim. Polîs dehfekê dide min û Aras bi xwe re dibe. Ma Aras çi kiribû? Wî tenê ji polîsan xwest ku ew li nexweşxaneyê bimîne li cem birayê xwe Kerem.

Hersal gelê kurd Newroza xwe pîroz dike. Çima îsal ev êrîş li dijî welatiyên kurd di êvara Newrozê de?
Ibrahîm Yûsiv: Di nerîna min de di nav rêjîma Suriyê de aliyek heye xêrê ji rêjîmê re naxwaze û dixwaze pirsgirêkan jê re çêke û wê bixe rewşeke xerab. Ma kî sûdê ji wê yekê digire ku bi fîşekan li dijî ciwanên ku bi şêweyekî şaristanî cejna xwe pîroz dikin, êrîş bêne kirin? Hin alî hene plana komployekê (muamerê) dikin, ne tenê li dijî Kurdên li Suriyê. Xwedê wan destan nehêle ku fîşek berdan.

Tu çi li ser banaga partiyên kurdî ya nepêkanîna ahengên Newrozê dibêjî?
Ibrahîm Yûsiv: Ez bi nerîna giştî ya Tevgera Kurdî re me. Dîsa jî agirê Newrozê li dar e.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000