www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
05.07.2007 - 21:15 [ 1381 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Balyozê berê yê Isarîl li Elmanyayê Avî Prîmor:
Divê dewleta Kurdan çêbibe!


Sîrwan H. Berko - Düsseldorf


Balyozê berê yê Isarîl li Elmanyayê Avî Prîmor bersiva pirsên Malpera Amûdê da.

Hefteya borî, li Zanîngeha Heinrich-Heine ya Düsseldorf hilbijartinên ji bo parlamenta xwendekaran pêk hatin. Ji ber ku ez jî beşdarî van hilbijartinan bûm, min roja sêşemê reklamên lîsteya me, grûpa lîberalan, belav dikir. Ji nişkê ve min li ser dîwarekî zanîngehê reklama semînareke bayozê berê yê Israîl li Elmanyayê, Avî Prîmor, dît, ku di heman rojê de li saloneke zanîngehê pêk hat. Seet bû 17 û ez çûm ciyê semînarê û min li Prîmorê 72-salî guhdar kir û piştre jî çend pirs jê kirin. Li vê derê ez giringtirîn gotinên Avî Prîmor ên di axavtina wî de û herweha bersivên wî ji pirsên min re diweşînim:

Rewşa li Rojhilata Navîn

- Mezintirîn derdê Israîliyan ewlekarî ye. Kî îroj ewlekariya me misoger bike, em amade ne aşitiyê bi wan re pêk bînin
- Rewşa li Rojhilata Navîn gelekî xerab e. Ta niha hemî hikumetên Israîl gelek şaşitî kirine. Wan rewşa herêmê baş şirove nekiriye.
- Xewna Îraniyan ew e ku tevaya herêma li derûdora xwe bixe bin desthilatdariya xwe. Ev xewn hîn ji dema Şahê Îranê hebû. Armanca Îranê ne tunekirina Israîl e, wek ku serokê wê Mehmud Ehmedî Nîcad gelek caran xweztiye. Gotinên wî propaganda ne, ne zêdetir. Ew bi mebest gotinên wilo dibêjin, da ku cîhana islamî qezenc bike û ji xwe re bike piştgir. Eger bi rastî herêma derûdorê bikeve bin desthilatdariya Îranê, hingî dê 57% ji petrola cîhanê bikeve bin destên Îraniyan. Hingî Îran dê bikaribe tevaya cîhanê li gorî kêfa xwe bibe û bîne.
- Ne Israîl xeter e li ser Ereban, lê Îran! Ji ber vê yekê Saudiyê tim planên aşitiyê li Rojhilata Navîn pêşkêş kirine. Ew naxwaze ku Îran xurt bibe.
- Çima Surî bi Îran, Hamas û Hizbullah re kar dike? Ji ber di rastiyê de Surî serketina Şîiyan naxwaze. Surî ne Welatê Xwedê ye. Hêzên cîhanî (USA, Fransa, Isarîl, ..) Surî xistine qorziyeke teng. Ji ber vê yekê Surî xwe mecbur dibîne ku bi Islamîstan re hevkariyan pêk bîne. Ew dixwazin ji vê rewşê derkevin û ji ber vê yekê jî dixwazin bi Israîl re aşitiyê pêk bînin.
- Hikumetên li Rojhilata Navîn qels û tirsonek in. Ew newêrin aşitiyê bi Israîl re pêk bînin. Ew li gorî vê gotinê dixebitin: “Çêtir e tiştek nebe.” Dema ew aşitiyê bi Israîl re pêk bînin, divê ew hin xalan qebul bikin û ev yek dê ji bo wan giran be, ji ber ew ji encaman ditirsin.
- Emerîka dikare pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike, lê ew naxwaze. Dibe ku pirsgirêkên navxweyî sedemên vê yekê bin. Û ji ber vê yekê pêwîst e ku Yekîtiya Ewropa, û bi taybetî Elmanya û Fransa, çareseriyekê ji kêşeya me re peyda bikin. Ew dikarin vê yekê bikin, ji ber Filestî û Israîlî jî rêz wan digirin. Lê mixabin Yekîtiya Ewropa fedyok e û ev şaş e.

* * *

Hevpeyvîn

Piştî axavtina Avî Prîmor, ku bêtirî seetûnîvekê dirêj kir, lê ji ber ku ew ewqas balkêş û xweş bû, mirov bi demê hest nedikir.

Piştre derfet bi min re çêbû ku ez çend pirsan ji Avî Prîmor bikim û wî bi kêfxweşî bersiv da:

SHB: Birêz Avî Prîmor, te di axavtina xwe de behsa Surî û planên wê yên ji bo aşitiya bi Israîl re kir. Gelo ev gotinên te çawa dikarin rast bin, dema em zanibin ku li gorî gelek pisporan rêjîma Suriyê hebûna xwe li ser bingeha dijminayetiya bi Israîlê re ava kiriye û ji dema ku vê rêjîmê desthilatdarî xistiye bin destên xwe de, wê ji ber vê dijminayetiya li dijî Isarîl li seranserî Suriyê qanunên awarte pêk tîne û bêhna welatiyên xwe çikandiye, wan diçewisîne, dixe zindanan û dikuje û tevde jî bi behaneya ku Surî û Israîl di rewşeke şer de ye?
Avî Prîmor: Dibe ku gotinên te rast bin. Rêjîma Suriyê rêjîmeke girtî ye û mirov kêm tiştan li ser dizane. Lê ev nerîna min e û ez di wê baweriyê de me ku divê mirov tim li aşitiyê bigere, tevî ku sozên aşitiyê ji rêjîmekê weke ya Suriyê tên. Surî dizane ku nikare bi me bilîze, ji ber ewê biêşe.

SHB: Dema dawî de di çapemeniyê de gelek li ser wê yekê hate nivîsandin, ku Isarîlî li Kurdistana Iraqê ne û li wê derê piştgirtina Kurdan dikin. Gelo ev gotin rast in?
Avî Prîmor: Di paşerojê de, ta Şoreşa Îranê, ango ta dawiya rêjîma Şahê Îranê, me ji bo Kurdên li bakurê Iraqê gelek tişt dikirin. Me çawa alîkariya digihand wir? Di rêya Îranê re. Îranê ev yek dipejirand, çavek digirt, çawa be jî, wan rê li ber me nedigirt. Ji dema Şoreşa Xumeynî û ta roja îroj Îran ji me re girtî ye. Ji ber pirsgirêkine teknîkî me nikarî alîkariya Kurdên li Iraqê bikin. Û niha Emerîkî nahêlin em tiştekî bikin. Ew dibêjin: Em piştgirtiya Kurdan dikin û em naxwazin ku kesek din vî karî bike.

SHB: Wekî pisporekî Rojhilata Navîn tu pêşeroja Pisa Kurdî li kû dibîne?
Avî Prîmor: Di nerîna min de divê Kurd bibin xwedi dewlet; dewletek bi çand û zimanê wan û ne tim jiyana di bin desthilatdariya kesine dî de, ku pirê caran ew rêzê ji Kurdan re nagirin. Û em wekî Israîlî, wekî Cihû, em dikarin vê yekê ji berê çêtir fêm bikin. Ez dizanim ku nabe ez gotineke wilo bêjim, ji ber wê Tirkî ji min hêrs bibe, û Tirkî ji bo me gelekî giring e. Lê ez nema balyozê Isarel im û ev nerîna min a şexsî ye.

* * *

Avî Prîmor kî ye?

Avî Prîmor yek ji navdartirîn kesayetiyên isarelî ye. Ew ji sala 1987 ta 1991ê balyozê Isareîl li Yekîtiya Ewropa, Belcîka û Luksmeburg bû. Ji 1993 ta 1998 ew balyozê Isarel li Elmanya bû. Ew niha li zanîngeheke isarîlî wekî pisporê Ewropa dixebite. Avî Prîmor wekî pisporekî Rojhilata Navîn li seranserî cîhanî dibe mêvanê konferansan û di gelek rojnameyan de dinivîsîne.

E-Mail: sirwan@amude.com


--------------
Têbînî: Sipas ji bo Rebekka Voss ji bo kişandina wêneyan!
(Rebekka, Ich danke dir sehr für die schönen Bilder!)
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000