|
|
|
11.04.2007 - 00:04
|
[ 1356 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ibrahîm Yûsiv: Partiyên kurdî şaşitiyeke dîrokî dikin
Sîrwan H Berko
 Ibrahîm Yûsiv: "Dengên xwe nedin min!" | Piştî ku piraniya partiyên kurdî li Suriyê biryara nebeşdarbûna di hilbijartinên ji bo parlamenta Suriyê de û boykotkirina wan da, mamoste û nivîskarê kurd ê navdar Ibrahîm Yûsiv di daxuyaniyekê de eşkere kir, ku ewê xwe di lîsteya "Komîteya Niştimanî ji bo Yekîtiya Komunîstên Surî" de ji bo ketina parlamenta Suriyê bide hilbijartin. Yûsiv programa xwe ya hilbijartinan belav kir, tê de hin xal hene ku bi gelê kurd li Suriyê ve û naskirina wî ya ji aliyê destura Suriyê ve û misogerkirina hemî mafên wî yên siyasî, civakî û çandî, girêdayî ne. Hilbijartin dê di 22ê vê mehê de pêk bên. Malpera Amûdê xwe gihand Ibrahîm Yûsiv û ev kurtehevpeyvîn pê re pêk anî:
Malpera Amûdê: Mamoste Ibrahîm, di demekê de ku hema bêje tevaya partiyên kurdî li Suriyê hilbijartinên ji bo parlamenta Suriyê boykot dikin, tê xwe bidî hilbijartinan. Çima?
Ibrahîm Yûsiv: Sedema ku ez beşdarî hilbijartinan dibim, ew e ku ez bêjim: Na ji rêjîm re!
Malpera Amûdê: Partiyên kurdî jî got "na". Sedema na ya wan çi ye?
Ibrahîm Yûsiv: Biryara nebeşdarbûnê ne ya partiyên kurdî bû, ew ya "Ragihandina Şamê" ye. Rêxistinên ereb ên di "Ragihandina Şamê" de nikarin beşdarî hilbijartinan bibin, ji ber rêjîmê oposîsyona surî qels kiriye. Ev rêxistin nikarin hebûna xwe li ser 100 sindoqên hilbijartinan misoger bikin. Ji bo Kurdan hilbijartin şerek aşityane ye li dijî rêjîmê; dema ev şer li derî xîne, nabe ku em bêjin: Em boykot dikin! Partiyên kurdî şaşitiyekê dikin. Dîrok dê piştrast bike ku boykotkirina hilbijartinan şaşitiyeke stratîcyane ye ku Kurd dikin. Nabe ku em meydanê tenê ji Beesiyan re bihêlin, ji ber ev yek kêfa rêjîmê tîne.
Malpera Amûdê: Tu û Kurdekî dî bi navê Ebdilhelîm Hisên lîsteya Komîteya Niştimanî ji bo Yekîtiya Komunîstên Surî a parêzgeha Hisiçayê pêk tînin. Gelo ev rêxistin kî ye, ya ku te ji bo lîsteya xwe hilbijartiye?
Ibrahîm Yûsiv: Ev rêxistineke Komunîstan e ku li dervî Eniya Niştimanî ya Surî (rêxistinên surî yên ku bi rêjîma Suriyê ve girêdayî ne, SHB) dixebite. Armanca wan yekîtiya Komunîstan e. Ez hevalê wan im, tevî ku min ji mêj ve dev ji xebata rêxistinê ya rojane berdaye. Wan ez ji bo lîsteya xwe hilbijartim û min got erê.
Malpera Amûdê: Tu bawer dikî ku tu yê bikevî parlamentê?
Ibrahîm Yûsiv: Min di programa xwe ya hilbijartinê de nivîsandiye: "Dengên xwe nedin min, ji ber ez nikarim tiştekî ji xalên di programa xwe de bi cî bînim!" Gelê min ê kurd dê hilbijartinan boykot bike û bêyî dengên Kurdan ezê bi ser nekevim. Ez dixwazim ku Kurdek bikeve parlamentê, da ku bi kurdî sunda desturî bixwe û hewil bide ku destura dewletê biguherîne, ku gelê kurd wekî neteweya duyem li Suriyê bipejirîne. Lê eger 20 milyon Kurd jî dengên xwe bidin min, ezê bi ser nekevim, ji ber rêjîm nahêle. Bi destpêkirina hilbijartinan karê min bi dawî tê. Me hêvî dikir ku Kurd, Ereb, Aşurî û Eremnî bi hev re lîsteyekê pêk bînin, da ku em eşkere bikin ku hêzên ewlekariyê li Suriyê lîsteya rêjîmê amade dikin. Lê mixabin dîsa jî rêjîma Suriyê wê bihêle ku lîsteya wê bi ser keve.
Malpera Amûdê: Naxwe armancên we ji beşdarbûnê çi ne?
Ibrahîm Yûsiv: Em dixwazin rûyê rêjîmê yê reş eşkere bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin li hemberî rêjîmê derkevin û hêvî dikin ku kesine dî jî wek me bikin. Derketina li hemberî rêjîmê gelekî giring e. Kesê ku nanê te ji te bistîne û rûmeta te binpê dike, nabe ku tu li hember wî bêdeng bî, pişta xwe bide wî û beşdarî hilbijartinan nebî. Armancên me ne kursiyên di parlamentê de ne, lê armancine siyasî ne.
E-mail: sirwan@amude.com
|
|
|
|
|
|