www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
07.01.2007 - 10:05 [ 1359 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

»Peyva huner pir rezîl û erzan bûye«

Hevpeyvîn bi hunermend Xweşnav re


Xweşnav, ku li Stockholmê xwediyê pîzzariyekê ye: "Bextewar in bi xwe li xwe û hunera xwe xwedî derdikevim."
Ji bo hunermendekî ku ev 20 salên wî ne ku xwe mijûlî hunerê dike, sê kasêt ne hindik in?
Rast e, sê berhem kêm in, lê bi rastî baweriya min jî pir bi pirbûna berheman nayê. Min gelekî dixwezt ji wilo çalaktir bim, lê mercên jiyanê ji min xurtir bûn. Demekê ez bi xwendina xwe daketim û demekê rewşa aborî ne alîkar bû. Herweha di jiyana rojan de tiştên bingehîn hene, ku divê yek pêşî wan bi cî bîne. Mixabin di jiyana min de hin berpirsiyariyên ji berheman giringtir hebûn.

Lê kêm kes Xweşnav nas dikin. Guhdarên te bêtir ji Kurdistana Suriyê ne. Gelo sedem çi ne?
Ez ji wî beşê Kurdistanê me û guhdarên wî beşî baştir ji min têdighêjin. Beşek ji windabûna min gunehê min bi xwe ye û beşek ji derveyî destên min e. Ji bo ku hunermend navdariyekê bi dest xîne, divê ew di dema rast de derkeve; ez di demeke şaş de hatim holê. Ez gelek caran zimanekî hesan an jî populîst di hunera xwe de bi kar naynim. Lê xala herî giring ew e ku dewleta me nîne û di civaka me de rêxistinên siyasî ciyê dewletê digirin. Hunermendê ku ne yê vê “dewletê” be, sêwî dimîne. Ez mirovek serbixwe me û ev yek ji bo min pir giring e.

”Siyaset dixwaze hertiştî bike koleyê xwe”

Siyasetê tim hewil daye ku hunermendan ji xwe re bi kar bîne...
Li ba hin miletan û bi taybetî miletên bindest gelek caran huner ji bo xizmeta armancên siyasî hatiye bikaranîn. Ji salên 1970ê û virde siyaset bûye faktorek giring di hunera kurdî de. Ez bi xwe ne bi vî tiştî re me. Nameya hunermend û ya siyasetvan ji hev cuda ne. Siyaset dixwaze hertiştî bike koleyê xwe. Di siyasteta desthilatdarên me de jî gelek caran tektîkên rojane ji stratejiykê giringtir in. Li gor min divê huner dûr be ji van leystikan. “Hunera siyasî” dikeve çembera serdemeke mêjûyî û di nav de dixeniqe. Ji bo min hunera durist dûrî pîvanên demê ye û ew tucarî ciwaniya xwe winda nake. Li vê derê gunehê hunermend bi xwe jî heye. Hin hunermend hene ku siyasetê ji bo armancên xwe yên kesayetî bi kar tînin, ango mesaceke populîst bi kar tînin. Ez bi xwe ne hunermendek populîst im û lê nagerim bê ka xelk çi dixwazin. Ez selektsyonîst (hilbijêr) im.

Li çend stranên Xweşnav guhdar bik:
Çi sosin e - Derdê min - Ebrû şevê - Li min negrin - Xwezî

Li kilîpa "Kerwan" temaşe bik:
KERWAN


"90% ji hunera kurdî ya vê serdemê ne hunereke afrêner."
Wilo tu dûrî navdariyê dikevî. Gelo ev rewş te têr dike?
Mîna her hunermendekî ez jî hez dikim ku guhdarên min pir bin. Hingî dê ji bo min rêyine dî bêne vekirin. Lê ez naxwazim di ser prensîpên xwe re biqevêzim. Ta niha min stûyê xwe ji bo kesî xwar nekiriye û destê xwe jî dirêjî kesekî nekiriye, ez bi xweydana eniya xwe li hunera xwe xwedî derketime. Besî min e ku ez bextewar im. Bê guman ez ne tek kes im ku bi vî rengî dirame; pir hunermendin hêja hene ku ji hunerê fêm dikin û hunereke pir ciwan çêdikin, lê neheqî li wan tê kirin û ji feleka medyaya kurdî dûr in.

”Di hunera kurdî de diziyek pir vekirî peyda dibe”

Medyayeke kurdî ya zalim?
Medyaya kurdî projekteke siyasî ye û monopolek li ser heye. Mixabin ku hunera baş roleke xwe ya giring tê de nabîne; manîfestoyên siyasî ji her tiştekî din girigtir in, rola hunerê tenê ew e ku valahiyên di weşanê de dagire. Rewşeke wilo jî peyda bûye, ku divê hunermend qurbaniyekê bide, da medya wî hembêz bike. Xweşbextane ye ku kenalên nû vedibin, ku giraniya xwe didin ser hunerê û bi hêvî me ku ewê bi ser kevin.


Xweşnav xwe tenê li qiraxan rehet hest dike û xwe dûrî qerebalixa di nav hunera kurdî de dibîne

Yanî mirov dikare bibêje ku bi giştî hunera kurdî bûye hunereke bê prensîp?
Em di civateke konsumê (istihlakî) de dijîn, ne yeke produktîv (afirêner). Teqez ev serdem demî ye, dê rojekê bête guhertin. Hunera kurdî jî ji sedî not ne hunereke afrênêr e, ew di gelek warên xwe de kawêjkirin e. Di hunera kurdî de tiştên kevn tê cutin û dîsa avêtin, lasayîkirinek (teqlîdek) pir tembel tê de heye, diziyeke pir vekirî û weqih peyda dibe. Lê hunermendên zane jî hene, ku dikarin gavan bi pêş ve bavêjin û li ber xwe didin. Erkê hunermend e ku ew biafrîne û xelkê fêrî tiştên nû bike. Ji vê yekê re jî zanebûn pêwîst e û ev jî mixabin di civaka me de gelek caran produkteke qedexe ye.

Wilo bêprensîpî bi ser dikeve!?
Bêjinga dîrokê heye, ewê me hemûyan bêjing bike. Hin kes hene ku dikarin pêlî bîr û baweriyên xwe bikin (heger hebin), li gorî alfabeya civaka xwe dijîn û li dahol û zurneya xelkê lêdxînin. Dibe ku li gorî pîvanên wan jiyan wilo xweş be. Bo min xweşiya jiyanê qenaetenên min in, bi wan bextewar im û ev têra min dike.

Ji ber ji hertiştî re huner tê gotin û herkes jî xwe hunermend dibîne, yek nema tiştekî ji hev derdixîne...
Mixabin peyvên huner û hunermend pir rezîl û erzan bûne. Xwezî rexnegir û zimanzanên kurd van herdu gotinan bi nav bikin, wateya wan şirove bikin, ji wan re sînorekî diyar bikin. Min berê got ku bêjinga dîrokê heye û bi rastî tevliheviyeke ewqas mezin heye, dihêle ku barê çopxaneya dîrokê pir giran bibe.

”Ez xwîngerm im”


Xweşnav di konsêrteke xwe de li Swêdê (erşîv)
Di berhema te ya dawî de mirov rastî gelek derd û gazinan tê. Jiyan ewqasî dijwar e?
Di sala 2002ê de ez cara pêşî piştî 17 salan li koçberiyê çûm welat. Rewş û rastiya li wê derê tevliheviyek mezin di mejiyê min de çêkirin. Hingî min strana “Ji bo we dijîm” çêkir. Hestên di wê berhemê de pir kesayetî bûn. Min şaşitî kir. Hunermend gerek qonaxeke biçûk di nav xwe û hestên xwe de bihêle. Ji bo ku afirandinên wî ji çembera kesayetiya wî derkevin, divê ew beşekî ji bo guhdarê xwe jî bihêle. Nabe ku hunermend tenê ser xwe bigirî. Lê jiyan bi qasî dijwariya xwe jî xweş e, ji ber ku nehêniya jiyanê evîn e û di alboma “Gazin” de pir evîn jî heye.

Di jiyana te de jin çi rolê dilîzin?
Jin dayika eşqê, perkendebûn û afirandinê ye; ew beşeke pir giring e di hemû momentên jiyana min de. Bêyî jinê tu yê tevahiya min nebînî. Mîna Alpachîno di filmê “Bêhna jinan” de, ez jî korek im û jin gopala min e, himbêza jinê wateyeke din dide berdweambûna min, dengê wê dîlanê li dil şiyar dike, xewna wê hêzê dide çogên min li hemberî aloziyên jiyanê û bêhna jinê lêvên min fêrî ken dike.

Di vê berhemê de herweha kontrsatine pir mezin hene: rojhilat, rojava, ...
Ev kontrast di kesayetiya min bi xwe de hene. Pirsgirêka min ew e ku min piraniya jiyana xwe li derve derbas kiriye, lê beşek mezin ji min hîn jî rojhilatî ye. Ez hîn nizanim bê kîjan aliyê min dê bi ser keve. Ez gelekî dixwazim vegerim nasnameya xwe ya kevn, lê ev pir zehmet e. Ta “Gazin” min nizanîbû bê ezê giraniya xwe bavêjim kîjan alî. Hêvî dikim ku berhema min a bê dê bersiva vê pirsgirêkê bide.

Gotinên stranên te hesan in, lê bi şêweyekî rewşenbîryane hatine nivîsandin. Ev ji çi bandorê tê?
Min piraniya jiyana xwe bi xwendinê re derbas kirye. Min ji biçûkaniya xwe ji helbest û romanê hez kiriye û di mezinbûna xwe de ji bilî muzîkê min zanistiyên siyasî xwendine. Lê dema dawî ez ji gelek tiştan dûr ketime; divyabû ku min gelek kar kiribana. Îroj nimûneyek im ji trajediya hunermendên kurd, ku piraniya dema xwe bi şufêrtiya taksiyê, çêkirina pîzzayê, cotkariyê û gelek tiştên dî re derbas dibe. Ji ber ku qanunek ku mafên kopîkirnê qedexe bike û mafên hunermend biparêze, tune ye û bazareke durist ku afirandina hunermendê kurd bikire, hunermend mecbur dimîne ku xwe û hunera xwe xwedî bike.

”Baweriya min bi Xwedayê olan nayê”

Di strana “Gazin” de tu berê xwe didî Xwedê. Baweriya te bi Xwedê tê?
Xwedayê ku ez baweriya xwe pê tînim, gelekî ji Xwedayê di Quran, Incîl û Tewratê de dûr e. Olan navê Xwedê kirêt kiriye. Mirovê bêçare tim berê xwe dide ezmên. Ji ber navek din tune bû, ku guhdar fêm bike bê ez berê xwe didim kê, min di stranê de navê Xwedê bi kar aniye. Min “Gazin” di dema şerê birakujiyê li Kurdistana Iraqê de nivîsand. Min ilhama babeta vê stranê ji straneke polonî anî. Berevajî piraniya hunermendan ez li xwe mûkir têm ku ez hin caran ilhama xwe ji stranine dî tînim.


Hunermendê bi êş (erşîv)
Tu wekî guhdarvanekî ji muzîka kurdî têr dibî?
Mirovek ku mînîmum ji têrbûnê pê re hebe, ji hunera kurdî têr nabe. Muzîka ku bi zanebûn û durist bête kirin û xayintî pê re neyê kirin, dikare min têr bike. Min bi xwe jî hewildanên neserketî kirine. Gelek caran min dîtinên xwe mîna niha vekirî gotine, ez hestên pir dost û havalan diêşînim, lê mebest ne ew e. Ez mîna guhdarekî, temaşevanekî û gunehkarekî deng dikim. Em tev di gunehkariyê de beşdar in. Berpirsiyariya me tevan li hemberî dîrokê û nifşên taze hey. Ji ber wê jî divê em rastiye bêjin, çendîn tehl be jî.

Ji bilî çêkirina muzîkê te gelek stran jî nivîsandine. Zimanê kurdî li cem te kîjan rolê dilîze?
Ez bi zimanê kurdî dikarim bi baştirîn şêwe hestên xwe wergerînim.

”Guhdarên min têdigihêjin bê çima nikarim li welat stranan bêjim”

Ev 20 sal in ku tu dûrî Qamişloyê ketiyî. Tu dixwazî niha kolanên Stockholmê bi yên Qamişloyê biguherînî?
Tiştekî hevpar ê min û kolanên Stockholmê tune ye. Ez tûpişkek im û ji ezmên ketime vir. Ez her roj xerîb im. Hîn jî xwîna germ a Qudurbegê di hundirê min de ye. Dema tiştek min aciz dike, ez yekser an dest an serê xwe bi kar tînim (dikene). Serhişkiya wê derê bi min re maye û ev yek ne faktorek hesan e di karaktera mirovî de. Lê di heman demê de min sûd ji çand û pragmatîzima ewropî stendiye. Serhişkiya Qudurbegê û pragmatîzima Ewropayê di hundirê min de bi hev re dijîn. Nakokiyên di hundirê min de berdewam in. Lê ez û jiyana Skandînavyayê nikarin li hevdu bikin, ew ji bo min nabe.


Di sala 2003ê de bi "Gazin" sêyemîn berhema Xweşnav derket. Berî wê "Kerwan" û "Mîna Xewn" derketine.
Tu kû derê welatê xwe dibînî?
Gelek caran hest dikim ku hemwelatiye cîhanê me û bêtir bi taybetî yê Kurdistanê. Lê bi rastî û bê hîç dîplomasî: Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê, Tirbesipiyê, Dirbêsiyê, Kobanî, Efrîn..., ev in welatê min û ta dawî jî wê welatê min bimînin. Ez hîç ne mirovekî kosmopolît im, ango ji nasnameya xwe fedî nakim. Di dawiya dawî de wateya herî mezin di jiyana min de muzîk e û ciye piraniya guhdarên min lê bin, ew cî welatê mine.

Guhdarên te dê kînga li welatê te guhdarî te bikin?
Ji bo ku ez herim welêt, divê ez nerînên xwe li ser rewşa siyasî nebêjim, bêdeng bimînim. Lê ez nikarim bêdeng bimînim. Ez nikarim herim wir û guhdarên min vê yekê têdigihêjin. Mixabin helwest di cîhana me de gunehkariyek e.

Hevpeyvîn ji aliyê Sîrwanê H. Berko ve hatiye kirin.
sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000