www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
22.10.2004 - 17:08 [ 1371 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Siyasetvanê kurd Ebdela Hîcab:
Axavtinên Ocalan her kesî girê nade!


Sîrwanê Hecî Berko


>> Ebdela Hîcab
Siyasetvanê kurd Ebdela Hîcab diyar dike, ku ger Kurdên li Kurdistana Tirkiyê doza nasnameya xwe ya neteweyî nekin û dev ji daxwaza demokratiya giştî li Tirkiyê bernedin, ew dê nikaribin pirsa xwe çarser bikin. Hîcab sîstema federalîzmê wekî baştirîn sîstem ji bo Kurdan dibîne û bangî Tevgera Kurd dike, ku daxwazên xwe yên siyasî û neteweyî bi nav bikin, da ku bikaribin beşdarî pêvajoya endametiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê bibin. Ebdela Hîcab bi xwe cîgirê Kongra-Gel e, lê ew di vê hevpeyvînê de ne ser navê rêxistina xwe diaxive.

Di nerîna te de, Yekîtiya Ewropayê derbarê pirsa endametiya Tirkiyê ta niha ji bo Pirsa Kurdî çi kiriye?
Ebdela Hîcab: Pirsgirêka sereke ne ew e, bê Yekîtiya Ewropayê çi ji bo çareserkirina Pirsa Kurdî kiriye; pirsgirêk ew e bê Kurdan bi çi awayî pirsa xwe ji bo Ewropiyan daye nasandin. Di baweriya min de, Tevgera Kurdî bi giştî û ya bakurê Kurdistanê bi taybetî ta niha jî nekarî pirsa xwe wekî pirsgirêka gelekî bindest li Tirkiyê bide nasandin; car bi navê demoqratiyê qise kir, car bi navê guhertina rewşa siyasî li Tirkiyê. Eger em li aliyê din binerin, emê bibînin ku Yekîtiya Ewropayê li Pirsa Kurdî ne wekî pirsa neteweyekê dinere. Ew bi çavên Tirkiyê li wê pirsê temaşe dike. Lê dîsa jî, eger ne bi navê Pirsa Kurdistanê be jî, lê bi navê demokartiyê, ew hin destan davêjin guhertinan li Tirkiyê, ku rewşa mafên mirovî baştir bibe. Eger Tevgera Kurdî zelal bûya, ewê karîba destkevtiyên bêtir bi dest xistibana. Lê ew ne zelal e û bi vê yekê nikare Yekîtiya Ewropayê mecbur bike, ku li Kurdan wekî aliyekî temaşe bike.

Dema tu behsa “Tevgera Kurdî” dikî, tu behsa hemû hêzên kurdî dikî, yan tenê Kongra-Gel?
Eger em temaşe bikin, li bakurê Kurditanê tevgera herî bi bandor Kongra-Gel e. Lê ez qebul dikim, ku ji bilî Kongra-Gel hêzên din hene, lê ew ta niha nebûne faktora guhertinan li bakurê Kurdistanê. Lê problêm ew e, ku Tevgera Kurdî ne yekgirtî ye. Sedema vê yekê jî ew e, ku partiyên kurdî li ser bingeha hevkarî û hevdunaskirinê kar nakin; ew li ser bingeha hevdu rakirinê, hevdu ji meydanê derxistinê dixebitin. Ji ber vê yekê, ew nikarin bernameyeke hevbeş pêşkêş kin. Ta ku bernameyeke hevbeş nebe, ne giring e tu piçûk an mezin bî. Bêyî hebûna bernameyeke hevbeş, kesek te wekî alî qebul nake.

Gelo Kurd wê derbarê pirsa endametiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê bikaribin di deqeyên dawî de bibin xwedî bandor?
Eger rêxistinên kurdî yên siyasî û sîvîl xwe di dema bê de zelal bikin, ew dê bikaribin bibin xwedî rol di pêvajoya endametiyê de. Ez zêde giringiyê didim rola rêxistinên civaka sîvîl li Kurdistanê. Eger ew bên daxwazên Kurdan ên siyasî – ez dubare dikim: daxwazên siyasî û neteweyî – formule bikin, ew dê bikaribin tesîrê li ser pêvajoya endametiyê bikin. Lê eger ew xwe dubare bikin û behsa tiştinan bikin, ku bi tevgera Kurdistanê ve ne girêdayî bin, û zêdetir behsa demokartiya giştî li Tirkiyê bikin – ez bawer dikim li Tirkiyê kesên ku ji Kurdan demokratîtir bin, hene-, ew dê tiştekî bi dest nexin. Berî her tiştî, pêwîstiya me bi mirovin kurd ên welatparêz û demokrat heye.

Tu ji bo Kurdistana Tirkiyê kîjan sîstemê baş dibînî?
Di çarçeweya sîstema unîter de, Pirsa Kurdî nayê çareserkirin. Dêsentralîzekirina Tirkiyê û çareseriyeke federal û - ji hemûyan giringtir – israrkirina li ser nasnameya neteweyî ya kurdî li Tirkiyê dikarin bihêlin ku helwestên tevgerên kurdî nêzîkî hev bibin.

Yanî tu ji bo Kurdistana Tirkiyê federalîzmê dixwazî?
Ez wekî şexs dibînim, ku Pirsa Kurdî li Iraq, Surî, Îran û Tirkiyê di çarçeweya sîstema federal de baştir tê çareserkirin. Sîstema herî baş federalî ye.

Ebdela Ocalan "Komara Demokratîk" dixwaze, behsa federalîzmê nake..
Pêwîst nake ku axavtinên birêz Ocalan her kesî girê bide.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000