www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
15.10.2006 - 12:56 [ 1381 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Mîrê Hêkan: »Jiyan bazar e«

Hevpeyvîn: Sîrwan H. Berko

Dema ku mirov bixwaze hunermendê kurd Cemal Ebdo (”Mîrê Hêkan”) bibîne, divê mirov here dawiya dinyayê. Ew li bajarokê Eschweiler li ser xaka elmanî nêzîkî sînorên Holanda û Belcîkayê dijî. Li wî bajarî hema bêjê Kurd peyda nabin. Lê gelek Kurdên ku diçin Belcîkayê, rêya xwe bi ”Dilo” dixin, xwaringeha Mîrê Hêkan. Ji bo bêtir naskirina vî hunermendê li ser sînoran, min serdana wî kir û pê re ev hepeyvîn pêk anî.


Cemal Ebdo (Mîrê Hêkan) tabloyên xwe ji qaşilên hêkan çêdike
Te navê ”Mîrê Hêkan” ji kû anî?
Celîlê Celîl ev nav li min kir. Rojekê hevalekî min ew anî cem min û ji min re got ku dixwaze li xebata min binere. Wî ji min pirsî, bê ma ez wî nas dikim, min got na. Hingî min ew nas nedikir. Lê wî ez nas dikirim û pirsa navê min kir. Bi henekî min jê re got ku navê min Hêko ye. Rabû wî got: na, tu Mîrê Hêkan î. Û ji wê rojê de ev navê min e.

”Hêk ji bo min mîna şanogerekî ye, ku ez di rêya wî re çîrokên xwe li ser dikê tînim ziman”


Ji bo çi hêk?
Ji bo çi ne hêk? Berî hertiştî ew grover e, mîna xaka ku em li ser dijîn. Hêk bi xwe di dîrokê de xwedî cî ye; ew pîroz e. Hêk di hemû çandan de nîşana jiyanê ye, nîşana destpêkê ye. Êzdiyan berê di destpêka bûharê de hêk dixistin nav qaşilên pîvazan, ew rengîn dikirin û didan zarokan, da ku ew pê bilîzin û dilxweş bibin. Hêk zaroktiya min tîne bîra min. Ez di malbateke cotkar de mezin bûm û li cem me jî gelek hêk hebûn.


Ji nûtirîn tabloyên Cemal Ebdo: "Bandora Gergerokan"

Ez gelek caran diçûm pînikê min hêk di diya xwe re dianîn, û ta ku ez digiham cem diya xwe, hêk ji destên min diketin û dişkestin. Belkî bandora vê yekê li ser min mabe. Lê di jiyana min a hunerî de, hêk ji bo min mîna şanogerekî ye, ku ez di rêya wî re çîrokên xwe li ser dikê tînim ziman.

Tu dibêjî ew pîroz in, lê tu wan têk dibî. Ev çawa çêdibe?
Rast e. Ez hêkan diperçiqînim, qaşilên wan hûrhûrikî dikim, dixim nav rengena, yan jî ez hêkê dixim nav têla rêsayî, yan ez mîx lêdixim û wê dişkînim, ev tişt giş rast e. Tiştek li vê dinyayê hetaheta namîne, hertişt hildiweşe, winda dibe. Em bi xwe jî emê demekê winda bibin. Her mirov dema wî li vê dinyayê kurt e. Dema şanoger li ser dikê şanoya xwe dilîze, ew di hundirê xwe de şikestî ye, perçe bûye, winda bûye. Dibe ku laşê wî sax xuya dike, lê li hundirê wî biner, tu yê ewqas şikestin, êş, derd, xweztek û armanc bibînî.

”Em li ser can, hest û mixên mirovan dimeşin”


Di tabloyên te de carinan hinek hêk sax mane, lê gelek hûr bûne. Gelo çima?
Di dîroka mirovayetiyê de, bi milyonan kes ligel can, raman û nerînên wan bûne ax. Dema em bi xwe li deverekê li ser axekê dimeşin, em li ser can, hest û mixên mirovan dimeşin. Em ji axê çêbûne û emê dîsa vegerin axê.


Dema mirov diçe tiwalêta li xwaringeha "Dilo" ya Mîrê Hêkan, mirov rastî vê xazoqa li ser dîwar tê.
Te ta niha çend hêk şikandine?
Ta niha di orta 500 hezar ta milyon hêk hatine şikandin û ketine tabloyên min.

Gelo dii cîhana hunerî de tikesî dî peyda bûye, ku bi qaşilên hêkan dikin huner?
Ta niha min bi xwe kesek nedîtiye. Ez di internêtê de geriyam, bê ma ka kesek heye, ku bi ewqas qaşilên hêkan hunerê pêk tînin, min nedît. Hinek hene li ser qaşilkên hêkê nîgaran pêk tînin.

Ev 25 salên te ku tu li Elmanyayê dijî. Tu xwe çi dibînî: Kurd an Elman?
Ez bi hundir û nerînên xwe Kurd im û bi hemwelatiya xwe Elman im.

”Li Kurdistanê sanosr heye”


Mirov dikare bêje ku hunera te bûye beşek ji mîrasê hunera elmanî?
Di tabloyên min de gelek mijar peyda dibin: mijarên ramyarî, siyasî, civakî, hest, hebûnê, rewş… Hinek ji van mijaran ewropî ne. Hebûna min a li Ewropayê bandorekê li nîgarkêşiya min dike. Ti mirov tune ku li şûna xwe radiweste. Eger li şûna xwe raweste, ewê bimire. Mirov di jiyana xwe de dide û distîne. Wêneyên min jî nîşana jiyana min in.

Gelo ku tu li Kurdistanê maba, te yê karîba heman afirandin pêk anîba?
Eger ez nehatibama Elmanyayê, min ê nikarîba hunera xwe bi vî rengê vekirî û vî awayê serbest pêk anîba. Li Kurdistanê sînor hene, sansor hey. Dema mirov ne bi hêza dagîrker re be, mirov nikare nerîna xwe bîne ziman.
Ji aliyekî dî ve, ji bo her karekî hunerî çavkaniyeke aborî pêwîst e; pere lazim in. Ez bi xwe vê hunera xwe bi kesayetiya xwe ya taybetî berdewam dikim. Eger ev nebûya, minê nikarîba hunera xwe bi pêş xistaya.

”Divê em xewnên berê nebînin”


Hin hunermend dibêjin, ku da ku tu hunereke baş pêk bînî, divê tu jiyaneke mînîmal derbas bikî.
Ez vê yekê tucarî napejirînim. Hunermendê ku dibêje, ku gerek huner tenê ji ast an jî ji tunebûnê pêk were, baweriya min pê nayê. Li vê cîhana me rastiyek heye: ku tivingeke te hebe, lê pereyên te tune bin, tu yê çawa şer bikî? Ku pere bi te re tune be, ku tu rûpeleke sipî yan jî pênûsekê bikirî, tê çawa binivîsînî? Ev tişt ne rast e.


Cema Ebdo: "Ji bo ku zibunên min ava xwe nerijînin ser erdê, berî ew diçin tiwalêtê, ez ji wan dixwazim ku bijimêrin bê çend devên şuşên bîra li ser dîwar hene."
Li Kurdistanê rewşeke wilo heye, ku bêyî alîgeriya rêxistinên siyasî mirov nikare bi serê xwe tiştekî bike. Ango mirov mecbur dibe bi pêlê re bimeşe, da ku bikaribe afirandinê bike. Tu vê rewşê çawa dibînî?
Çi xebata ku mirov dike, ku hêz li dû wê tune be, wê temenê wê kin be, ewê hilweşe. Ev rastiyek e, divê mirov jê nereve. Divê mirov binere bê çi rê hene û wan li gorî rewşa xwe hilbijêre, da ku bigihê aramnca xwe. Divê em xewnên berê nebînin, dinya hatiye guhertin. Divê em di cîhana globalîzimê de berjewendiyên xwe biparêzin. Jiyan bi xwe bazar e û em tevde di vê bazarê de ne. Ku em herin jiyanek dî, jiyaneke xewn û xweztekan, em pêş nakevin. Ez dikarim xewna xwe di hunerê de pêk bînim. Lê da ku ez xewna xwe bigihînim milet, hêz jê re pêwîst e. Di rewşa xwe de ez dikarim bêjim, ku ti hêz li dû min naskine, ez bi xwe li dû xwe disekinim.

Helwesta mirovî li kû dimîne?
Dema hêz dibînin ku tu hunermendek serketî yî, ew dixwazin te di rêya xwe re nîşan bidin. Berjewendiyên wan jî di vî tiştî de hene. Mesele dan û stendin e. Lê hinek hunermend hene, xwe dixin qalibekî teng. Ev yek bêhna wan diçikîne, wan difetisîne.

Ligel ku ev 26 salên te ku tu li derveyî Kurdistanê dijî, welatê te di piraniya mijarên tabloyên te de cî digire. Gelo te mijarên dî nedîtine, yan mirov dikare Kurdistanê baştir „bifiroşe“?
Ez Kurdistanê nafiroşim. Ez kudbûna xwe nîşan didim, rêza wê digirim. Herweha ez rêzê ji xwe û mirovayetiya xwe re digirim. Berî hertiştî divê mirov mirov be. Divê her mirov û her hunermend xwedî wijdan be. Dema wijdan hebe, mirov tim ji xwe dipirse: gelo ev tiştê ez dikim, rast e yan na? Gelo ez dixwazim vî tiştî bigihînim kû derê?
Mejiyê min vekirî ye, û êşên cîhanê min jî diêşînin. Lê berî hertiştî mirov destê xwe datîne ser birîna xwe. Pêşî ez di êşa xwe de difikirim, piştre di ya birayê de, êdî di ya cîranê xwe de û piştre di ya herêma xwe de difikirim û herweha.


Ji nûtirîn tabloyên Cemal Ebdo: "Pevçûna Kulturan"

Gelek hunermend dixwazin hunera wan bikeve bazarê û di asta cîhanî de navdar bibin. Tu çi dixwazî?
Min hunera xwe tucarî nekiriye ya bazarê. Eger min ev yek kiriba, minê tabloyên xwe firotibana. Ez hunera xwe bi erzanî nafiroşim. Rast e, her mirov gerek xwe li gorî bazarê bipîve. Lê ez li dijî wî tiştî me ku mirov hunera xwe erzan bifiroşe. Belkî hinek hunermend hêza wan tune ye, mecbur dimînin ku hunera xwe bifiroşin. Ez rêzê ji wan re jî digirim. Lê ez vî tiştî nakim.

Gelo çêbûye ku Kurdan te êşandibe?
Miletê kurd jî wek miletê Rojhilata Navîna ji Cîhana Sêyem e. Dema ku min huner dest pê kir, gelek Kurdên ku xwe dikirin rewşenbîr, hunera min fêm nedikir û digot: Ev çi ye tu çend hêkan bi hevdû ve dadileqînî û dikî huner. Di xebatê de divê hilma te dûdirêj be, aramiya te hebe. Hertiştê ku tu nû dest pê dikî, mirovayetî li dijî wê ye. Niha gelek rewşenbîr dibînin ku Mîrê Hêkan nayê kujtin. Ez xebata xwe dikim bêyî ku ez gelekî balê bidim rexneyên kesên wilo.


Cemal Ebdo li pê6#351;iya tabloya xwe (ya rastê) "Şerê Online"
Xuya dike ku ne hêsan e ku mirov kurd be. Tu çi çarê dibînî, ji bo ku mirov têk neçe?
Wêneyek min heye ku vî tiştî tîne ziman: firçeyek daliqandî. Firçe xwe dadileqîne, da ku ji dinyayê xelas bibe. Mirov hin caran rewşinan derbas dike, ku dixwaze firçeya xwe nîgarkêşiyê daliqîne. Mirov hest e, nerîn e, laş e, xwarin e, vexwrain e... Lê dema ku ez digihêm vê rewşê, ez ji bo demekê radiwestim, ta ku dîsa hêz bi min re çêbibe, ku ez bikaribim berdewam bikim. Dema ez dixwazim hilkişim jor, ez pêlik bi pêlik hildikişim, ne ji nişka ve. Ku îroj dora te neyê, ewê sibe bê. Wê rojek were, wê milet bibîne ku ev mirov dixebite bêyî ku raweste. Rawestandin mirin e.

Hevpeyvîn: Sîrwan H. Berko sirwan@amude.com

--------
Cemal Ebdo („Mîrê Hêkan“) kî ye?
Hunermend Cemal Ebdo di sala 1961ê de li gundê Tel Kedîs li navçeya Dirbêsiyê li Kurdistana Suriyê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina bakaloryayê, wî di sala 1981ê de berê xwe da Elmanyayê. Li wê derê wî xwendina endezyariya avakirinê xwend û li gelek deveran mîna dezgehên televizyonê yên elmanî xebitiye. Ev demek e ku ew li bajarê Eschweiler xwediyê xwaringehekê ye û di ber re jî di warê avahiyan de dixebite. Di malpera wî de (www.mirhek.com) mirov dikare li pêşangeha wî ya di internêtê de temaşe bike.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000