|
|
|
15.09.2006 - 16:01
|
[ 1468 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
»Hema xwedî alîkarê wan be û hew!«
Hevpeyvîn bi Ciwan Haco re
Di Newroza îsal de, bi navê "OFF" CDeyek Ciwan Haco ya nû derket. Di hevpeyvîneke taybetî de, stêrka muzîka kurdî dilê xwe ji Malpera Amûdê re vedike. Ciwan bi şêweyekî vekirî behsa rewşa xwe ya bi salan wekî hunermendekî kurd dike. Ew herweha li ser rewşa hunera kurdî û hunermendên kurd dike, gazin û rexneyan li partiyên siyasî û miletê kurd dike. Malpera Amûdê beşê yekem ji hevpeyvîneke dirêj diweşîne. Beşê duyem dê hefteya bê bête weşandin.
 Ciwan Haco di konsêrteke de li Kölnê (Elmanya, 07.2006) |
Ciwan, çima „Off“?
”Off” hem navekî sivik e, hem jî gelek caran mirov bi kurdî dibêje: Off, xwezî ez li Qamişlo bama; off, xwezî ez li gundê xwe Tirbesipiyê bama. Di berhema min a nû de di hin stranan de gotinên ingilîzî jî hene. Em dixwazin ku ne tenê Kurd lê guhdarî bikin. Ji ber vê yekê me navek kurdî-ewropî ji bo CDeya min hilbijart.
Di vê berhemê de te tiştine nû pêşkêş kirine, ku ji guhdarên te re hinekî xerîb tên. Pêwîstiya vê yekê hebû?
Ez muzîkê ji bo ciwanan çêdikim. Ez nikarim muzîkeke wekî berî 20 salan çêbikim. Dînamîka jiyanê xort in. Rast e, ez hêdî hêdî pîr dibim, lê dilê min hîn xort e. Ji aliyekî dî ve, sedî sed bandora produtsentê min Ayhan Evcî li ser muzîka min heye. Ew dihêle ku muzîk wilo derkeve.
Tu bawer dikî ku guhdarên te vê muzîkê qebul bikin û ji te dûr nekevin?
”Off” ne gelekî dûr e ji ”Durî“. Min berî niha muzîkeke modêrntir çêkiriye, wekî „Derya“ û „Destana Egîdekî“. Tiştê balkêş di vê CDeyê de ew e ku stranên folklorî wekî ya „Kale Kale“, ku strana Mradko ye, tê de hene. Herweha muzîka rabêsk jî tê de peyda dibe. Muzîk ne tenê nûjen e, tevliheviyek tê de heye.
 Ciwan Haco di konsêrteke de li Kölnê (Elmanya, 07.2006) |
Ez gelekan nas dikim, ku te di rêya stranên te yên mîna „Pêşmerge ne“, „Gula Sor“, „Em Kurd in Kurd in“ nas kir û bêriya stranên bi vî şêweyî kirine..
Her demek stranin jê re lazim in. Ez nikarim niha stranên wek ên xwe yên kevn çêkim. Bi rastî milet jî nema dixwaze li wan guhdarî bike. Hingî di wexta xwe de xweş bûn. Ne ku ez poşman im ku min ew stran çêkirine; ez bi wan serbilind im. Muzîk li ser rewşa min dimîne. „Off“ di qerebalixa min a malê de çêbû.
»Me li Tirbesipiyê jî li Rolling Stones guhdar dikir«
Ciwan, tu wekî mîrê muzîka kurdî ya nûjen tê naskirin. Te muzîka pop û rock û amurên rojavayî derbasî muzîka kurdî kirine. Gelo derketina te ya ji welêt sedema vê yekê bû?
Ez ji Tirbesipiyê me. Ku ez li wir mabama, min muzîkeke wilo çênedikir. Min li wir jî Rolling Stones û Beatles nas dikirin. Dema ez çûm Elmanyayê, min muzîkvanên elman nas kirin. Ez pir di nav Elmanan de dimam. Carinan bi mehan derbas dibûn bêyî ku ez Kurdekî jî bibînim. Min pir li muzîka elmanî guhdar dikir, em diçûn baran, dîskotêkan, konsêrtan. Vê yekê bandorek mezin li min kir. Piştre min du muzîkvanên elman nas kirin û min bi wan re muzîk çêkir. Ti planên min nebûn ku ez gîtarê bixim muzîka kurdî; ew ji ber xwe ve hat. Tiştê balkêş ew bû, ku cara pêşî di muzîka kurdî de bas gîtar û drams hatin bikaranîn. Ev hingî ji Kurdan re tiştek xerîb bû, nedihat qebulkirin. Min di destpêkê de zehmetiyên mezin kişandin. Di gelek şevên muzîkê de dema dibû dora min, kesek li salonê nedima. Hingî Kurdan ji vê qerebalixê hez nedikir û digot: Ev dîn bûye, çi mesela wî ye? Lê çend kes diman. Wan hişt ku ez berdewam bikim.
 Ciwan Haco bersiva pirsên Sîrwanê Hecî Berko dide |
Di filmê Huner Selîm ê nû „Dahol“ de, tu cara pêşî derketiyî pêşiya kamereya sînemayê. Ev tecrubeyeke çawa bû?
Huner Selîm rolek di filmê xwe yê nû de da min. Rol bi xwe mezin bû, lê ji ber ku dema min zêde tune bû, em mecbur man rolê kurt bikin. Ez bi rola dengbêjekî di dawetekê de radibim. Tecrubeyeke xweş bû, tiştekî nû bû ji min re.
Emê te di dema bê de gelek caran li ser erkanên sînemayê bibînin?
Welehî ku sînaroyeke baş hebe, ku layiqî min û gelê min be, çima na. Ez nikarim filmekî çêkim ku sibe miletê min henekê xwe bi min bike.
»Gelek caran heqê cixare û bîra min bi min re peyda nedibû«
Kêm hunermendên kurd hene, ku dikarin ji hunera xwe bijîn. Di van salên dawî de li cem te jî rewşeke wilo çêbûye, ku tu bikaribî ju muzîka xwe bijî. Ta kînga hunermendên kurd wê birçî bimînin?
Bi rastî ev pirsgirêkeke gelekî, gelekî, gelekî balkêş e. Dema ez li ser diaxivim, ez di nava xwe de aciz dibim. Heta niha ev pirsgirêk berdewam e. Carinan ez ji xwe re difikirim, bê yaw min çawa ta niha karî ji muzîka xwe bijîm. Ez li xwe dimînim ecêbmayî. Berê, dema heqê qehwe û cixara min bi min re nebû, min konsêrt peyda dikir, nizanim çawa, lê çêdibû. Min ji destpêka 1982ê ve ji xwe re armancek daniye, ku divê ez ti karî din nekim. Eger ez karekî din bikim, hingî ez nema dikarim muzîkê çêkim. Ji loma min pir zehmetî dîtin, gelek. Gelek caran heqê cixare û bîra min bi min re peyda nedibû. Lê bi serhişkiya xwe û alîkariya guhdarên xwe ez giham vê sêweyê. Ez sipasiya guhdarên xwe dikim.
 Ciwan Haco bersiva pirsên Malpera Amûdê dide |
Mixabin rewşa me wilo ye, ku hunermendê kurd divê bibe alîgerê partiyeke siyasî û xizmeta wê bike, da ku bikaribe ji muzîka xwe bijî. Min ev jî nekir. Ez wilo fikirîm, ku divê ez kurdistanî bim. Hurmeta min ji hemû partiyên kurdî re heye, lê ez ne terefdarê tek partiyeke kurdî me. Ez bi vê serbilind im. Ez gelek caran mihtac bûm û ji gelek partiyan alîkarî ji min re dihat, lê min qebul nedikir. Ev jî ji bandora perwerdeya dê û bavê min tê; ez nikarim xwe ji bo xatirê çend qiruşekî ji kesekî re daxînim.
»Divê partî xwe biguherînin «
Li gorî te gerek çi bê kirin?
Partiyên siyasî gerek rêzê ji hunermendên kurd û xebata war e bigirin. Divê ew ji hunerê re alîkar bin, bêyî ku ji hunermendan bixwazin ku bibin hevalên wan. Gerek ev tişt ji holê rabe. Huner dawî ji milet re dimîne. Gerek partiyên siyasî xwe di vê meselê de biguherînin.
Ji aliyekî dî ve, kirîna CDeyan di nav Kurdan de hîn nebûye kultur. Em 40-50 Million in, heyran. Te xêr e? Çima gerek hunermendên kurd li xwe heyirî bimînin, ku nikaribin li ser pişta hunera xwe bijîn? Ew jî wekî karkerekî, wekî pîzzaçiyekî, bê çawa pîzza çêdike; wekî yekî dönerçî, bê çawa dönerê difiroşe. Ma guneh e ku di heyvê de 1200 Euro bigihênê? Wek min got, jiyana min bi xwe baş e. Lê gerek rê li ber nifşên nûy ên 18-20 salî vebe û milet bi wan re alîkar be. Bê çawa ew diçin bacaneke sor an kîlok xiyar dikirin, CDeyekê jî bikirin! Dinya xerab nabe!
Li tevaya Kurdistanê qanunên paraztina mafên weşanê peyda nabin. Dibe ku li Tirkiyê rewşek cuda hebe. Ev yek dihêle ku xelk berhemên orîjînal nekirin.
Bi rastî ev tiştek pir balkêş e. Rast e, li Kurdistana Bakur rewş baştir e. Lê mixabin ta niha li Kurdistana azad, ku serê me pê bilind e, hertişt reş tê firotin. Bi rastî guneh e. Li Bakur kultureke muzîkê peyda bûye. Milet CDeyên orîjînal û bilêtên konsêrtan dikirin. Gerek li Kurdistana Başûr gav bêne avêtin. Ew dikarin bikin, ku daxwazî hebe. Guneh e, berhemên mirovekî bêne firotin, bêyî ku tiştek bigihê wî. Ma xêr e? Ma tu dikarî herî dikanekê û tiştekî belaş ji xwe re bibî? Divê ev rewş bête guhertin.
Gelo qedrê muzîk û hunermendên kurd li Kurdistana Iraqê ewqasî wekî qedrê muzîk û hunermendên ereb û tirk bilind e?
Na! Divê mirov rastiyê bêje û derewan neke: Li Kurdistana Başûr qedrê Ibrahîm Tatlîsis û Kazim el-Saher ji yê hunermendên kurd bilindtir e. Lê li Kurdistana Rojava û Bakur rewş bi gelekî cudatir e: Ku ez niha herim Qamişlo yan jî Nisêbînê, bi sedhezaran kes wê bên konsêrtên min. Lê welehî li Başûr ne wilo ye. Mixabin ez nizanim sebeb çi ye, ez fêm nakim. Ez du caran çûm wir jî... Hema xwedî alîkarê wan be û hew.
Hevpeyvîn ji aliyê Sîrwanê Hecî Berko ve hatiye kirin:
sirwan@amude.com
Kesên ku bixwazin ji Ciwan Haco bi xwe re binivîsînin, dikarin jê re li ser vê e-mailê binivîsînin. Ciwan bi xwe e-mailan dixwîne û bersiva wan jî dide. ciwanhaco@myway.com
|
|
|
|
|
|