www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
01.08.2004 - 14:26 [ 1366 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Nebîl Hisên: Bav û birayê min têne işkencekirin

Hevpeyvîn li gel penaberê kurd Nebîl Hisên


>> Nebîl Hisên ("Şêro")
DÜSSELDORF (amude.com) - Nebîl Hisên kurdekî başûrê-rojavayî Kurdistanê ye. Ew wekî penaber li Elmanyayê dijî. Hisên kurê siyasetvan Ehmed Hisên e, yê ku di nîsana borî de hate zindankirin. Bi MALPERA AMÛDÊ re, Hisên li ser girtina bav û birayê xwe û herweha li ser işkencekirina wan ji aliyê rêjîma Suryayê ve diaxive.

Te çawa bihîst ku bavê te hate gitin?
- Min navê bavê xwe di nûçeyeke Malpera Amûdê de di nav lîsteya girtiyan de dît. Min yekser telefonî malê kir û wan ji min re got, ku hêzên ewlekariyê bavê min ji dikana wî kişandin, çavên wî girtin, hinekî lê dan û ew di cêbeke leşkerî de bi xwe re bir. Piştî girtina bavê min bi rojekê, birayê min Şepal jî hate girtin.

Sedema girtina wan çi bû?
- Li gorî ku ji min re hate gotin, bav û birayê min hatine tawanbarkirin, ku wan peykerê serokê Suryayê li bajêr şikandibû.

Ew niha di çi rewşê de ne?
- Rewşa wan û bi taybetî ya bavê min pir dijwar e. Ew rojane rastî lêdan û işkenceyine dijwar tên. Nexweşiya şekir bi bavê min re ye. Ew gelekî diêşe. Birayê min jî berî niha çar operasyon çêkiribûn. Di zindanê de, hêzên ewlekariyê nahêlin ku girtî xew bikin. Ji bilî işkenceya canî, ew rastî işkeneceya giyanî (psîkolocî) tên. Girtiyekî ku serbest hatibû berdan, ji malbata me re eşkere kiribû, ku ew bi elektrîkê dihatin işkencekirin û neynukên wan bi dijwarî dihatin jêkirin û polîsan gelek caran jî tif devê girtiyan dikir. Hestiyê bêvila bavê min hatiye şkestin. Birayê min çend caran biribûn nexweşxaneya leşkerî.

Ew di kîjan zindanê de ne?
- Ew li Şamê di zindana Seydnaya de ne.

Bavê te ti xebata siyasî dikir?
- Erê, ew berpirsê Amûdê yê Partiya pêşverû ya Kurd li Suryayê e.

Tu siyaseta rêjîma Suryayê çawa dinirxînî?
- Rêjîma Suryayê rêjîmeke dîktatorî ye. Tevaya cîhanê vê yekê dizane. Hêviya me ew e, ku ew siyaseta xwe biguherîne û girtiyên siyasî û yên nerînê serbest berde.

Tu difikirî ku tu vegerî welatê xwe?
- Erê, ez gelekî dixwazim vegerim. Herkes dixwaze li welatê xwe û di nav gelê xwe de bijî; kes naxwaze li biyaniyê bijî. Hêviya min ew e, ku li Suryayê demoqratî pêk were, rêjîma Suryayê mafên mirovan biparêze û gelê kurd mafên xwe bi dest xîne.

Hevpeyvîn di 15.07.2004an de ji aliyê Sîrwan Hecî Berko ve hate kirin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000