www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
01.08.2004 - 15:47 [ 1697 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Çi bi Zana Haco hat?

Hevpeyvîn li gel leystikvanê gokê Zana Haco


>> Zana Haco

>> Zana Haco (ji erşîva Z.H.)

>> Z. Haco û Emar Yûsiv (ji erşîva Z.H.)
>> zanahajo1@hotmail.com
ÇI BI ... HAT?
Di vê quncikê de, emê bi kesayetiyên kurd re biaxivin, ên ku di demekê ji deman de ji ber
xebata wan a siyasî, kulturî, werzişî, hunerî an jî civakî di nav kurdan bûbûn xwedî navekî naskirî û ji nişkê ve deng nema ji wan hat. Em dixwazin bizanibin bê ka ew niha li kû dijîn û çi dikin.
Ger pêşniyaz an jî daxwazên we hebin, fermo me agahdar bikin: info@amude.com
MÜNSTER (amude.com) - Zana Haco yek ji leystikvanên gokê yên kurd ên navdar e. Wî bi salan di tîpa Cîhad a bajarê Qamişloyê de lîst û di sala 1991ê de 11 leystik di tîpa Suryayê ya niştimanî de pêk anîn. Zana di 1993an de koçberî Elmanyayê bû û ji wê demê de hezkerên gokê ji dengûbasên wî bêpar mane. Malpera Amûdê xwe gihand Zana Haco û kurtehevpeyvînek li gel wî pêk anî.

Tu dikarî ji me re piçekî li ser xwe û jiyana xwe ya leystikvaniya gokê biaxivî!?
Ez di sala 1966an de li bajarê Tirbesipiyê ji dayik bûm. Di destpêkê de, min di tîpa Birayetî de bi gokê lîst. Di 1983an de, ez bûm yek ji leystikvanên tîpa ciwanan a Cîhad. Piştre, ez ketim tîpa mezinan û min di nav de 6 sal derbas kirin. Di sala 1991ê de, ez bo tîpa Suryayê ya niştimanî hatim hilbijartin û min pê re 11 leystik pêk anîn. Dûra min berê xwe da Libnanê û bûm leystikvanê tîpa Erz a libnanî. Ez li wê derê 6 mehan mam û dîsa vegeriyam Qamişloyê û ketim nav rêzên Cîhad.

Dema tu hatî Elmanyayê, te di warê leystika gokê de çi kir?
- Dema ez nû hatim Elmanyayê, min bi tîpa bajarê Siegen re lîst. Mixabin ji ber ku ez mecbur bûm bajarê xwe biguherînim û biçim bajarê Münster, min nikarîbû bêtirî 4 mehan li wir bimînim. Ta niha jî ez hîn dilîzim, lê di tîpên nizim de.

Te di vî warî de tiştekî din kir?
- Min dora sê salan wekî rahênerê tîpeke ciwanan kar kir. Lê piştî ku peymana min bi dawî hat, ez di vî warî de nema xebitîm.

Dema te û leystikvanên din ên kurd di tîpa Suryayê ya niştimanî de dilîst, we ji ber kurdbûna xwe bi cudabûnekê hest dikir?
- Cudahiyeke mezin hebû. Ez û Emar Yûsiv me bi hev re di tîpa Suryayê ya niştimanî de dilîst. Leystikvanên ji bajarên din pirtir bûn. Ji ber vê yekê, min û Emar me xwe bitenê û mîna biyaniyan hest dikir. Leystikvanên din têkilî be me re çênedikirin û rû nedida me. Carekê min di leystikeke navxweyî de golek avêt. Alîkarê rahênerî berê xwe da golarî û jê re got: "Çawa Zana Haco dikare golekî li te dibe?". Bi rastî ez bawer im, ji ber ku em kurd û û herweha ji tîpa Cîhad bûn, me nikarîbû zêde di tîpa Suryayê ya niştimanî de bimînin û em jê hatin bidûrxistin.

Tu vê yekê çawa şirove dikî, ku li Binxetê leystikvanên gokê yên xurt peyda dibin?
- Li wê derê tiştekî din ji bilî gokê tuneye. Ew der ne wekî Elmanyayê ye, ku ji bilî gokê tênis, avjenî, goka destan û gelek leystikên din ên werzişî hene. Li cem me gok e û cade û leystikgeh in. Qamişlo kaniya leystikvanan e. Lê mixabin guhdan nîne. Dema me di tîpa Birayetî de dest pê kir, ne cil, ne bot û ne jî gok hebûn. Lê tevlî van pirsgirêkan me berxwedan kir û em gihan şêweyekî, ku bi kêmanî em ji xwe razî bûn.

Tu yê di dema bê de çi bikî?
Ez difikirim biçim Swêdê û li wê derê cem birayê xwe Fener bijîm.

Rewşa te ya taybetî çawa ye?
- Ez zewicî me û du zarokên min Dana û Şêro hene.

Hevpeyvîn ji aliyê Sîrwan Hecî Berko ve hate kirin:
>> sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000