|
|
|
25.09.2004 - 09:31
|
[ 1366 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
-Divê kurd yekdeng bi Yekîtiya Ewropayê re biaxivin-
amude.com
Sosyologê kurd Naif Bezwan li Zanîngeha Osnabruck a elmanî (beşê zanyariyên siyasî) li ser mijara Yekîtiya Ewropayê, prosesa endametiya dewleta tirk û pirsa kurdan a neteweyî xebata xwe ya doktorayê dike. Ew bersiva pirsên Peyama Kurd derbarê endametiya Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de û pirsa kurdî dide.
Hûn ketina Tirkiyê nav Yekîtiya Ewropayê çawa dinirxînîn? Wateya wê ji bo kurdan çi ye? Ji bo kurdan aliyên vê yekê yên erênî û nerênî çi ne?
Heke tirk tenê cîranên kurdan bûna, ango ne xwediye rêjîmeke nijadperest û kolonyalîst li ser welatê kurdan bûna, mirov dikarîbû bigota ku bo kurdan beşdariya dewleta tirk nav Yekîtiya Ewropayê (YE) mîna ketina Maltayê nav YE ye. Lê belê di bin berdewamiya statuya îroyîn de, endametiya dewleta tirk bo YE tê wateya ku welatê kurdan perçeyê herî mezin e ku "dikeve" nav YE. Pirsgirêka pêwîst û siyasî ev e: gelo Kurdistan wê li dijî ray u îradeya kurdan wek "koloniyeke navneteweyî" bikeve nav Yekîtiya Ewropayê, an wê kurd wek beşekî gelên Ewropayê yên azad ciyê xwe di nav YK de bigire? Zelal kirina vê pirsê berî her tiştî ji bo kurdan û ji bo YE jî problêmeke fundamental e: eger dewleta tirk bêyî çareserkirina meseleya Kurdistan li gorî raya neteweya
kurd bikeve nav YE, Ewropa 1) şansa guhertina rêjîma kemalîst û her weha avakirana demokratiyê li Tirkiyê û çareserkirina meseleya Kurdistan li gorî prensibên YE winda dike. Bi vî awayî, YE herdu armancên xwe yên sereke, ku bi endametiya Tirkiyê ve girêdide, ji dest direvîne: demokratî û istiqrar li Tirkiyê û herêma Rojhilata Navîn a Mezin (greater middle east). 2) Di dîroka Yekîtiya Ewropayê de, cara yekem wê neteweyeke ku bi hejmara xwe ji 7-8 dewletên Yekitîya Ewropayê mezintir e, bêyî temsîliya xwe ya neteweyî "bikeve" nav Yekîtiya Ewropayê. Ew jî di encama xwe de, bê guman inkarkirina felsefeya ku YE li ser ava bûye (Aşitî, azadî, wekhevî û hevkarî di
nav gel û dewletên Ewropayê de).
HAK-PAR û Platforma Kurdên Ewropayê di derheqa vê mijarê de raport wesandine. HAK-PAR dê 25ê vê mehê bi navê „Ji Amedê ber bi Brûkselê ve“ çalakiyekê li dar xîne. Hûn vê çalakiyê çawa dibînin û divê kurd çi bikin?
Mixabin min nivîsa HAK-PARê li ser vê meseleyê nexwendiye. Lê belê bi raya min divê kurd di bin beşdariya hemû hêzên xwe yên siyasî û civakî (Kongra-Gel, PSK, PWD, PADEK, HAK-PAR, DEHAP, Rizgari, KDP-Bakur, Platforma Partiyên Kurdan, partî û rêxistinên din û her weha berpirsiyarên civaka sîvîl ji her çar perçeyên Kurdistanê) li bajarê Brûkselê konferanseke "navkurdî" çêkin û rojekê beriya rojekê "Krîterên Kurdistanê" ji bo têkiliyên xwe û YE zelal bikin. Mirov dikare konferanseke wiha "Ji Lozanê heta Kopenhagê Pirsa Kurdistan: Paşeroj u Pêşeroja Têkiliyên Ewropa û Kurdan" bi nav bike. Gelekî pêwîst e ku konferansek bi vî rengî:
1) îradeya xwe ya hevbeş ji bo beşdariya neteweya kurd li ser bingeha mafê çarenûsî (selfdetermination) wek beşekî neteweyên Ewropa yên azad, ku di nav YE de ciyê xwe digirin, beyan bike. Dibe ev konferans amadebûna xwe ji bo pêkanîna prensîbên YE bê qeyd û şert eşkere bikin û ji YE daxwaz bike, ku ew jî xwedî li prensîbên xwe di têkiliyên xwe û kurdan de bê qeyd û şert derkeve.
2) bîne zimên, ku firehbûn û kûrbûna Yekîtiya Ewropayê li ser hilweşandina "dîwarên sermê" û rakirina sînorên ku di encama
Üerê Cîhanê yê Duyemîn de di nav neteweyên ewropî de hatibûn çêkirin, ava dibe. Divê dîwar û sînorên ku derveyî îradeya neteweya kurd hatine kişanden, bêne rakirin.
3) zelal bike, ku kurdan li ser beşê welatê xwe yê azad (Dewleta Federal a Kurdistan) -bê ku perspektîva endametiyê ji bo YE bi dest bixin- prensîbên Yekîtiya Ewropayê bi cî tînin û bi alîkariya wê dikarin demokratiya xwe hîn bi pêş ve bibin û xurt bikin. Lê belê dewleta tirk ne tenê li bakurê Kurdistanê bê behaneya meseleya Kurdistan li hember prensîbên YE rewş digire û şer dike, her weha li başûre Kurdistanê ji pêkanîna van prensîban -ji Krîterên Kopenhagên bigire heta avakirina federalîzmê, ku prensîbên sereke yên afirandina YE tîne zimên- wek sedema şer (casus belli) îlan dike. Dewleta tirk, ku li Kurdistanê li ser milîtarîzmê û inkarbûna demokratiyê hatiye avakirin, ne dikare prensîbên YE pêk bîne û ne jî armanceka wê ya wisa heye.
4) bangî dewleta tirk bike, ku mafê çarenûsî bo kurdan nas bike û bide zelalkirin ku ji xeynî neteweya kurd, tu rêxistinek an jî dewletek biyanî nikare li ser qedera kurdan biryar bide.
Konferansek bi vî rengî dikare ji aliyê din ve bangî rayedar û rêvebirên Dewleta Tirk û Dewleta Kurdistanê ya Federal bike, ku ew di çarçoveya sînorên “Mîsak-I Milli” de li ser bingeha avakirina sîstemek federal a ji du neteweyan (neteweya kurd û ya tirk) ji bo bi hev re ketina Yekîtiya Ewropayê jî amade ye.
---------------------
Ev nivîs di rojnameya hefteyî "Peyama Kurd" (hejm. 3, 24.09.2004) de hatiye weşandin.
|
|
|
|
|
|