www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
23.07.2005 - 20:46 [ 1355 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

»Em li dijî sinetkirina jinên kurd dixebitin«

Hevpeyvîn bi çalakvanê elman Thomas von der Osten-Sacken re


Jinên kurd li Kurdistana Iraqê


Çalakvanê elman û birêvebirê rêxistina alîkariyê ya elmanî “Wadî e.V.”, Thomas von der Osten-Sacken (36), piştî çend hefteyan ji xebata li Kurdistana Iraqê vegeriya Elmanyayê. Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya elmanî “Leipziger Volkszeitung“, von der Osten-Sacken li ser projektên Wadî li Kurdistana Iraqê ji bo jinên kurd û herweha rewşa Kurdistanêbi taybetî û ya tevaya Iraqê bi giştî diaxive. Ew behsa projektên li dijî sinetkirina keçên kurd û herweha pêşketinên li Kurdistana Iraqê radiweste. Malpera Amûdê giringtirîn pirs û bersivên vê hevpeyvînê ji elmanî wergerandin bo zimanê kurdî:

* * *

WADI e. V. di zivistana sala 1991ê de ji aliyê komek ji grûp û kesayetiyên ku li Iraq û Kurdistana Iraqê piştgiriya projektên alîkariyê dikirin an jî bi xwe hinek projekt pêk dianîn, hate damezirandin. WADI e.V. bêtir piştgiriya jinan li Kurdistana Iraqê, Urdun û Israîlê dike. Herweha ew li Elmanyayê derbarey rewşa mafên mirovan li Iraq û Kurdistana Iraqê wekî çavkaniyekê dixebite.
www.wadinet.de
Tu li Iraqê li kû derê bû û te alîkariya kîjan projektan dikir?
Thomas von der Osten-Sacken: Vê carê ez ji bo dora çar mehan li bakurê Iraqê [Kurdistanê]bûm, bi taybetî li Silêmanî û Hewlêrê. Li wir, nivîsgehên (mekteb) me hene. Programên me bêtir alîkariya xurtkirina mafên jinan dikin. Em piştgiriya malên ji bo paraztina jinan dikin, ku goriyên zordariyê hembêz dikin. Herweha em grûpên jinan çêdikin, ku tim pijîşkeke jin bi wan re ye, ku diçin gundên li derve û – gelek caran ji bo yekemîn car – di warê tenduristiyê de alîkariya jinan dikin. Wekî dî, me dest bi kampanyayekê li dijî sinetkirina jinan kiri. Gelek keçên kurd li bakurê Iraqê dibin goriyên vê sinetkirinê, û ev ta niha mijareke tabu (qedexe) bû.

Rewşa jiyanê ji bakurê Iraqê çawa ye?
Li Iraqê, Bakur tiştekî wilo mîna Dorado ye. Li wê derê avdaniyeke pir ecêb pêk tê. Li her derê xanî, supermarkt û hotêl tên avakirin. Xizmeta elektrîk û avê jî baştir bûye. Elektrîk rojê 14 seetan heye. Lê bêkarî pir bilind e. Îdare mezintirîn kardar e.

Gelo Kurd hikumeta iraqî ya nû li Bexdayê qebul dikin?
Li Kurdistanê mirov bi kêmbawerî li hikumetê dinere, bi taybetî partiyên islamî yên hişk û Suniyên ereb ên neteweperest. Kurd dewleteke dewleteke federal a ilmanî dixwazin. Ew ditirsin ku Şîî şerîa islamî di destura nû de bi cî bikin.

Ma rewşa ewlekarî dê baştir bibe, ger leşkerên emerîkî vekişin?
Na. Cerîmeyên ku ne xema wan e ku zarok bêne bombekirin, nabe mirov nermahiyê pêşkêşî wan ke. Divê mirov şerê wan bike. Ew bêtir ne iraqî, lê Terorîstên biyanî ne, ku ji aliyê milet ve rastî kînê tên. Tenê ger hêzên leşkerî yên iraqî û polîs bi xwe bikaribin ewlekariyê biparêzin, leşkerên emerîkî dikarin çentên xwe dagirin.


Hevpeyvîn ji aliyê Anita Kecke ve hate kirin.
Sîrwanê Hecî Berko ew wergerand bo zimanê kurdî.



-------------
Tevaya hevpeyvînê bi zimanê elmanî dikare di malpera WADI de bête xwendin: "Verbrechern keine Zugeständnisse machen"
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000