|
|
|
04.05.2005 - 14:34
|
[ 1392 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Stêra cîhana muzîk û filman Jennifer Lopez: Ez hîn a berê me
Michael Tschernek
 Jennifer Lopez Jennifer Lopez di 24.07.1969ê de li Bronx, New York, ji dayik bû. Di pênc saliya xwe de, wê dest bi dersên stran û dîlanê kir. Di temenê 17 salan de, wê cara pêşî di filmekî de lîst. Navdariya wê di sala 1997ê de di filmê “Selena” de dest pê kir. Piştî du salan, wê dest bi stranan kir û navê wê kete cîhana muzîkê. Berî demekê, CDeya wê ya çarem derket. Di filmên "An Unfinished Life" û "Monster-In-Law" de, ew dê nêzîk dîsa di sînemayan de bête dîtin. Jennifer Lopez bi mêrê xwe Marc Anthony li New Yorkê dijî. www.jenniferlopez.com
| Eger tu hinekî di sala borî de bifikirî, tu yê bigihê kîjan encamê?
Jennifer Lopez: Ez kêfxweş im ku min hemû tiştên ku di sala borî de pêk hatin, baş derbas kirin. Ew sal ji bo min saleke guhertinan bû, sebaret bi hevkarên min ên bazirganî, hevalên bi salan, têkilî... hertiştê gengaz bi şêweyekî balkêş di jiyana min de guherî. Ev yek hin caran ji bo min gelekî dijwar bû, lê divyabû ku pêk bihata. Îroj ez wekî din im, hinekî giheştîtir, hinekî biaqiltir. Bi herhal ez dixwazim vê yekê wilo bibînim. (dikene)
Hîn berî du salan te bi hevoka di straneke xwe de “I am still Jenny from the block” mîna keçeke ji taxa kêlekê dida naskirin.
Rast e, tiştek ji wê yekê hebû. Lê ew pêşî dihat wê wateyê, ku erê hertiştên li dora min xwe guhertin, lê ez a berê mame.
Rast be: Tu bêtir dixwazî ku wilo bibe, lê ne wilo ye. Ma ne?
Na, ev ne tenê xewnek e. Eger ez li wê kesa ku ez berê ew bûm, temaşe bikim, dema min di vî karî de dest pê kir – kesayetiya min, tiştên ku baweriya min bi wan dihat, şêweyê xebata min, şêweyê teserufatên min – hingî ez dibînim ku van tiştan xwe neguhertine. Tevaya cîhana min demeke dirêj belavkirî bû, ku bi xwe sucê karê me ye. Hin kes di vî karî de bi şêweyekî berbiçav têne guhertin. Tirsa min ji vê yekê re tim hebû.
Lê tê çawa bi guhertinên gengaz di xwe de hest bikî? Bi hemû filman, muzîka te û projektên te yên cuda hema ti dem ji te re namîne, ku tu li ser tiştên wilo bifikirî.
Ev ne rast e. Min beşê yekem ê sala 2004ê ji xwe re vala hiştibû, da ku ji bilî tefkîrê tiştekî din nekim. Ez li jêr li xaniyê xwe yê li Miami bûm, min xwe di bin rokê de rehet kir û ez fikirîm: Jiyana min çi ye? Ev tê çi wateyê? Çi ji min çêbûye? Ez dixwazim çi bikim? Ez li ciyê durist im? Ji nişkê ve, min xwe nema li ciyê xwe yê ku ez lê rehet im, dît. Û min ji xwe re got: Ka hela bise. Min negotibû wilo!
Di bersivdana van pirsan de, tu dihêlî ku hişmendî te bi rê ve bibe?
Erê, ez miroveke têgihiştî me.
Tu tu caran biryaran ji zikê xwe nadî?
Belê, ez dikim. Lê aliyekî min ê din heye, ku wekî tewazinê kar dike. Hin hunermend hene, ku di vê peywendiyê de zêde hestyar in. Lê ev yek ji bo min ne wilo ye, li cem min aliyê hunerî xwe bi hestê bazirganiyê ve girêdide. Ez hinekî ji wan hunermendan diqeherim, ên ku bêyî ti kompromîsan tiştên ku ew dixwazin, dikin. Lê ev yek bi kesayetiya min ve nayê girêdan.
Moderêza te heye, te pafrûmek derxist û restauranteke te heye. Tu çi şêweyê jina bazirganî yî - hişk an dîplomasî?
Ez dixwazim xwe wekî jineke bazirganî bibînim, ku street-smart e, ya ku baş agahdar û zîrek e. Ezê tucarî îdîayê nekim ku ez hertiştî dizanim, lê min nas kir ku xelk rêza te digirin, ger tu bikaribî hinek serketin pêşkêş bikî. Hingê tu yê bête cidîgirtin, bêyî ku tu mecbur bî zêde hişk bî. Mixabin sîfeta temuhbûnê gelek caran hîn li cem mêran erênî, lê li cem jinan nerênî tê bikaranîn.
 Jennifer Lopez | Ew qerwelkên ku li ser hunermendan têne bevalkirin, bala te dikişînin?
Ez li xwe mûkir têm ku kovarên magazîn dikarin wensa yekî bînin. Herkes wan diecibîne. Lê hestek bi min re heye ku tiştek ne rast dimeşe, dema rojnamevan hema wekî erkekî xwe dibînin ku tiştekî bixuliqînin, eger ew nikaribin tiştekî balkêş di jiyana te ya taybetî de bibînin. Tiştên wilo xerabiyê çêdikin û bê berpirsyarî ne. Ez gelek caran bûm goriya tiştên wilo – ez demekê bûbûm şanoyeke bi xelekan. Û ev ne sedem bû bê çima min di vê bazarê de dest pê kir û çima ez pêşî ji xelkê re balkêş bûm. Eger karê min dîsa bikeve bin neynikê, hêvî dikim ku hingê xelk dê qedrê wê bizanibin. Mirov di vî warî de guhertineke pêşî hest dike, û ev hesteke xweş e.
Axavtina te ya bi spanî çawa ye?
Ez baş bi spanî diaxivim û hîn çêtir distrêm. Tu dikarî bêjî ku hema aksenta min tune, lê ez ne bi spanî difikirim ne jî xewnan dibînim. Ez bawer im ku ezê tucarî nikaribim wî perfekt biaxivim.
Tu vê yekê mixabin dibînî? Ew hest li cem te peyda dibe ku tu ji qurmên xwe hatiye qetandin?
Na, ji ber dê û bavê min jî perfekt bi ingilîzî diaxivin. Diya min du salî bû dema hate Emerîka, û bavê min şeş salî bû. Ew herdu li New Yorkê mezin bûne. Ji ber vê yekê ev tişt ji min re ne meselak mezin bû. Tenê dema ku min filmê “Selena” çêkir, û mecbur bûm ku hevpeyvînan bidim medyaya spanî, min mixabin dît ku ez vî zimanî çêtir nizanim. Êdî min zimanê xwe pir bi pêş xist.
Niha tu gera xwe ya konsêrtan amade dikî, piştî ku te di dema borî de ji bilî çend “show”ên bi tenha xwe tiştekî din nekir..
Erê, ez tim tenê di navbera CD û filmên xwe de diçûm û dihatim. Min tucarî dem ji bo gerekê nedît. Niha ez dixwazim wê ji xwe re bistînim, berî ku ez li malê rûnim û zarokan bînim. Ev jî hîn di planê de ye.
Wergera ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko sirwan@amude.com
-------------
Ev hevpeyvîn di kovara “Galore” (hejm. 9) de hatiye weşandin. Wergera wê ya kurdî ji rojnameya Peyama Kurd (hejm. 34, 29.04.2005) de hatiye wergirtin.
|
|
|
|
|
|