|
|
|
07.01.2005 - 03:03
|
[ 1380 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
-Hingî em dixwazin bibin tirk-
Hevpeyvîn bi nivîskar Ibrahîm Seydo Aydogan re - Beşê duyem
MALPERA AMÛDÊ: Di nerîna te de, sedemên ku nahêlin ku nivîskarên Kurd ên erebî- yan tirkînivîs bi kurdî binivîsînin, çi ne? Berpirsyariya wan bixwe di kû de ye?
IBRAHÎM S. AYDOGAN: Li gora min, sedema nenivîsandina wan a bi kurdî ew bixwe ne. Kesên hatibin temenekî û hê jî bîr nabin bê divê di vê rewşê de bi zimanê xwe binivîsînin, bila ji min re behsa felsefe û rewşenbîriyê nekin. Hin kurdên me jî hene ku ji wan bêhiştir in ku hey li dû teriya wan digerin û xwe bi wan ve dizeliqînin. Kesên bêşexsiyet tim ji xwe re li hevalan digerin ku pê navdar bibin. Karê wan bi tenê ew e ku hevrêşkan ji hevdu re çêbikin. Ji bo çi nivîskarên tirkînivîs ji yên kurdînivîs navdartir in? Ma gelo ji ber firotina pirtûkan e? Na! Ji bo çi Sûzan Samanciya tirkînivîs ji Fewaz Husên, Enwer Karahan û Ferhad Pîrbal navdartir e? Ma qey Sûzan Samanci ji wan xweştir dinivîsîne? Na! Hingê ji bo çi kurd hema wê vedixwînin konferans û panelan û hema dixwazin xwe bidin tengala wê? Kurd ji bo çi van kesan dixin antolojiyên edebiyata kurdî? Kurd bixwe wan navdar dikin û wan li ser serê xwe mezin dikin. Hemû navdariya kesên mîna Sûzan Samanci di civata kurdî de, ji ber kompleksa me ya tirkbûnê tê. Kurd dixwazin bi xêra kesên mîna wê bidin fahmkirin ku ew jî dikarin di nava civata tirkî de cih bigirin. Lê kurd bi xêra van tevgeran zimanê xwe jî bêxatir dikin. Ji ber ku heke divê em behsa hêza xwe bikin, divê ew hêz bi zimanê me be. Xwezî bi tenê ew bûya ! Di ber re hemû keda nivîskarên kurdînivîs jî binpê dikin. Ev jî bêbextiyeke din e li gora min, ku ji aliyê hin kurdan ve tê kirin ku hişmendiya wan bi tenê ji xwe re çêkirina hevalan û piştgiriyan e.
Gelek nivîskarên kurd mîna wan bi zimanê tirkî zanîngeh xwendine, bûne doktor, avokat, mamoste, muhendis, lêkolîner, heta profesor jî. Hûn dizanin ku Ferhad Pîrbal li Fransayê doktoraya xwe kiriye? Fewaz Husên jî xwedî dîplomaya doktoraya Sorbonê ye. Gelek kesên din weha ne, lê her bêxatir mane. Ji ber ku wan bi kurdî nivîsandiye. Ev jî eyba me ya heta niha ye. Em naxwazin ji xwe pê ve kesekî din bibînin. Hêvî dikim ku êdî em vê hişmendiyê ji nava xwe biavêjin û êdî bibînin ku nivîskarên kurd ji rexnekirin, pesindayin û xwedîderketina hevdu nerevin. Bi vî awayî em ê nehêlin ku xebatên gelek kesan di ber avê re biçin.
Lê berpirsiyariya van kesên ku bi zimanên biyanî dinivîsînin û dev diavêjin zimanê me di kû de ye? Tirkan berê ji bo kurdî digot « zimanê çiyayan ». Me digot qey ev teza « zimanê çiyayan » êdî ji holê rabûye. Em lê hay dibin ku vê tezê êdî navê xwe guhertiye û bûye « zimanê qels ku têra vegotina tiştekî nake ». Berdevkên vê tezê jî dîsa kurdên tirkmanc bixwe ne. Em baş dizanin bê zimanê tirkî yê ku ew pê dinivîsînin, çawa bûye ziman. Kurdên ku bi vî zimanî dinivîsînin, bila bi heddê xwe bizanin. Sala çûyî Bedrettîn Dalan (serokê zanîngeha Yedîtepe) jî di hevpeyvînekê de (balkêş e ku dîsa rojnameya Zaman bû) dev avêtibû zimanê kurdî û gotibû ku zimanê kurdî zimanekî çêkirî ye. Ez li ser peyvên wî xebitîm û min derxist ku bi kêmanî ji sedî 65 peyvên ku wî di bersivên xwe de bi kar anîbûn, ne bi tirkî bûn. Zimanê kê çêkirî ye? Mêrik di hevpeyvînê de quretiyan dike û dibêje : « Heke hûn mêr in, romanekê bi kurdî binivîsînin, bila sî hezar peyv tê de hebin». Vî mêrikî hişê xwe xwariye! Bi tu zimanan romaneke weha tune ye. Di temamê berhemên Shakespeare de, ku jê re dibêjin ferhenga zimanê ingilîzî, bîst û pênc hezar peyv tune ye. Em bala xwe bidin romana Marcel Proust dê dîsa heman encam derkeve holê. Di heft cildên romana Marcel Proust de (A la recherche du temps perdu) 18 322 peyv û 2976 nav hene, bi giştî dibe 21 298. Marcel Proust weke nivîskarê ku herî pir peyv bi kar anîne, tê naskirin û wî bi xwe jî di berhema xwe de 181 peyv ji ber xwe ve ava kirine û tev li ferhenga zimanê fransî kirine. Dîsa jî nake 30 000. (çavkaniyên van agahiyan: Etienne BRUNET.- Le vocabulaire de Proust.- Paris : Slatkine Champion, 1983). Ne di romanekê de, di bîst romanên tirkî de jî hûn nikarin behsa sî hezar peyvan bikin. Ew bixwe hê nizane bê mirov çawa zimên di romanan de bi kar tîne û ji ber wê peyvên bêhişan dike. Aha, ji ber van sedeman îroj ji bo min tu cudahî di navbera Bejan Matur û Bedrettîn Dalan de tune ye. Ji xwe ji ber van kesan em nikarin bi xelkê bidin fahmkirin ku zimanê me jî têra xwe xurt e. Kesên weha antîpropagandaya zimanê kurdî dikin û ji bo nivîskarên ciwan dibin mînakên nebaş.
Lê belê, bila xelet neyê fahmkirin. Tu derdê me bi wan re tune ye. Xelk bi kîjan zimanî dinivîsînin, serbest in. Xwe emerîkî, kurd, tirk, ereb, fransî, çi bihesibînin jî serbest in. Herkes bi kêfa xwe ye. Mafê me tune ye ku em wan rexne bikin û ne heddê me ye jî. Ez bi xwe tucarî behsa wan jî nakim. Lê belê, derdê wan bi me re û bi zimanê kurdî re heye. Eyn bûye weke meseleya « diz ». Kurd dev ji wan berdin jî ew dev ji kurdan bernadin. Ş ;er êdî hatiye guhertin û şervan daketine qada zimên. Kesên ku van peyvan dikin jî, bi eslê xwe kurd in û ez wan weke kontregerîllayên warê zimên dihesibînim. Wan ji xwe re rêya hêsan hilbijartiye û naxwazin ku polîs li kuçeyan bidin dû wan an jî bigirin ser malên wan. Gava ku Rênas Jiyan, Yakup Tilermenî û hevalên me yên din li Qoserê dihatin girtin û îşkence li wan dibû, kurdên tirkînivîs xewnên şêrîn didîtin. Bila herkes bizane, nivîsandina bi kurdî cegerxwînî û mêrxasî ye. Erê, ev kes dev diavêjin kurdî, lê ew nikarin dûrî kurdan bijîn. Ji ber ku heke kurd xêtir nedin wan, ew ê ji birçînan bimirin. Ji ber wê ye ku hema dixwazin li ser navê kurdan bipeyivin û bibêjin ku ew jî kurd in. Me tu doz li wan nekiriye, bila ew jî dev ji me û zimanê me berdin. Heke gelekî dixwazin fêrî zimanê kurdî û hêmayên kurdî bibin, bila xwe bigihînin nivîskarên kurdînivîs.
Kurdên ku di nivîsandina bi zimanên biyanî de serketî ne, divê em bi wan û nivîsandinên wan re çawa bidin û bistînin? Erkên wan çi ne?
Ez li ser navê xwe bi tenê dikarim bersiva te bidim. Yê min, tu karê min bi kurdên ku bi zimanên din dinivîsînin re tune ye. Ez berhemên wan qet naxwînim û pênc pereyan jî di wan de nadim. Ji dêleva ku ez ê Bejan Matur û Hîcrî Izgoren û Mûhsîn Kizilkaya û kurdên din yên tirkînivîs bixwînim, ez ê ji xwe re Kuçuk Iskender û Ismet Ozel bixwînim, ji min re çêtir e. Ji xwe wexta min jî tune ye ku ez bidim van berhemên ku ji aliyê van kesayetiyan ve têne nivîsandin. Gava ku kurdên tirkînivîs weke gelek nivîskarên zimanê tirkî tev bigerin û dev ji van meseleyên ku qama wan derbas dikin berdin, hingê belkî ez wan jî bixwînim. Lê niha ez nikarim wan bixwînim. Bila weke Yaşar Kemal mêr bin û tercîha xwe deynin. Yaşar Kemal bi xwe dibêje «ez nivîskarê zimanê tirkî me ». Lê dîsa berdevkên vê polîtîkayê dev ji wî bernadin û hey dixwazin sedeminan ji wî re peyda bikin.
Yê min, gava ku ez berhemekê ji bo xwendinê hildibijêrim, ez li nasnameya nivîskarê wê naniherim. Lê mixabin ev kesên din kurdbûna xwe di çavên min re dikin ku ez tu tahmeke wêjeyî ji xwendina wan wernegirim. Ji ber ku wêje welatan û neteweyan nas nake… Ev kes ji kurdbûneke depresîv pê ve tiştekî din nafiroşin. Ji ber wê ye ku Lokman Ayebeyê ciwan ku romana wî ya yekem nû çap bûye, ji bo min û civata min û dinyaya min ji van kurdên tirkînivîs gelekî û gelekî bixatirtir e. Li gora min, mirov çiqasî dûrî kurdên tirkînivîs bisekine, ji bo wî ew qasî baş e. Heta niha têkîliyên min ên weha çênebûne, û ez ê nehêlim ku çê jî bibin.
Nivîsên civakî, siyasî û fikirî yên bi zaravê kurmancî pir kêm in û eger hebin jî, qels in. Tu vê yekê çawa dinirxînî ku ev zarav xwendevanê xwe têr nake? Ji bo guhertina vê rewşê çi pêwîst e ku bê kirin?
Zimanê kurdî têra xwe xurt e û bersiva her pirsê bi vî zimanî dikare were dayin. Kêmanî ji hêla siyasetmedarên kurdî ye. Wan tucarî kurdî di polîtîkayê de bi kar neanî. Dibêjin « kurd fêrî xwendina siyaseta bi kurdî nebûne » ; dibêjin «heke em bi tirkî nenivîsînin, mesaja me dê neyê fahmkirin». Heke mesaja we bi kurdî neyê fahmkirin, ji xwe diyar dibe ku mesaja we jî ji bo kurdan ne giring e. Weke ku me got: derew gelek in û sînor ji simulasyonê re tune ye. Kî çi dibêje bila bibêje, lê kesek nikare me bixapîne. Ji bo min tu cudahî di navbera Bejan Matur, Bedrettin Dalan û kurdekî ku bi tirkî nivîsên polîtîk dinivîsîne de tune ye. Ez dizanim ku ev hevok dê li zora gelekan biçe, lê mixabin rastî weha ye. Heke îroj em dibêjin « nivîsên kurmancî yên polîtîk kêm û qels » in, sedema vê yekê ne ez im, û ne tu yî, sedema wê siyasetmedarên kurd in. Di salên heftêyî de, zimanê wan ê polîtîkayê tirkî bû ; di salên heyştêyî de dîsa tirkî bû ; di salên nodî de dîsa tirkî bû û hê jî tirkî ye. Çend kesan xwast vî karî bi kurdî bikin jî, di nav de wenda bûn, ji ber ku êdî hertişt ketibû destê tirkmancan. Vê dawiyê Leyla Zana û hevalên xwe jî hatin Parîsê, lê min bala xwe dayê ku li her derê bi tirkî dipeyivîn. Li parlamentoya fransî civîneke li ser kurdên bakur çêbû, neviyê beşdaran kurd bû, lê kesek di wê civînê de bi kurdî nepeyivî. Sala çûyî di konferansa li ser kurdên başûrê mezin de, hemû kesên ku beşdar bûn, Mesud Barzanî jî di nav de, giş bi kurdî peyivîn. Gava ku min bihîst ku Mesud Barzanî li qesra serokkomarê Tirkiyeyê jî bi kurdî peyiviye, bivê nevê hezkirina min a ji bo wî mezintir bû. Gava ku min pirsî, min fahm kir ku ew jî bi ingilîzî dizane, lê bi zanebûnî û bi mêranî bi kurdî dipeyive. Ev jî diyar dike ku Kurdistan di teorî û pratîkê de ji xwe perçe bûye, lê ya ku kurdên başûr û bakur cuda dike, tercîha wan a zimên e. Zimanê polîtîkaya kurdên bakur, mixabin îroj tirkî ye. Ev kes êdî bi vî awayî nikarin kurdan bigihînin deverekê. Li gora min, êdî ev kes an divê dev ji polîtîkaya kurdayetiyê berdin, an jî bi kurdî polîtîkayê bikin. Heke weha nekin, ji xwe nikarin xelkê qane bikin.
Kovarên kurdan ên bi zimanê biyanî tucarî nikarin têkevin pirtûkxaneya min. Ez di malper û rojnameyên kurdî de, ji nivîsên kurdî pê ve guh nadim beşên din. Herkes bi zimanê xwe dixwîne û dinivîsîne. Heke îroj ez li mala xwe rê li ber van nivîsên tirkî negirim, sibehê gava ku welatê min jî azad bibe, ez ê nikaribim rê li ber van kesan bigirim ku zimanê min ji nû ve qedexe bikin û ji holê rakin. Di warê lêkolînan de jî weha ye. Kurdên ku lêkolînan dikin, bêtir zimanên din bi kar tînin. Li Elmanya û Fransayê mînakên vî karî gelek in. Xebatên akademîk bi zimanên biyanî dibin û xwediyên wan guh nadinê ku wan wergerînin kurdî. Wek mînak, bala xwe bidin berhemên Rohat Alakom: lêkolînên wî tim bi tirkî ne. Li Ewropayê gelek lêkolînên akademîk li ser ziman, edebiyat û çanda kurdî (bi frensî, ingilîzî û elmanî) hene ku divê wergerin kurdî. Mînak: Sala çûyî berhemek ji ingilîzî wergeriya tirkî. Xebateke doktorayê ku bi ingilîzî û li ser pêşketina romana kurdî û ya farisî hatiye çêkirin. Kesê ku ew xebat çêkiriye, kurd e. Kesê ku werdigerîne, kurd e. Kesê ku çap dike, kurd e (weşanxaneya Pêrî). Kesê ku dixwîne jî kurd e. Hingê ji bo çi bi zimanê tirkî çap bûye, ez fahm nakim. Xebatên li ser dîroka kurdan jî weha ne. Hin weşanxaneyên kurd hene ku êdî tew ji adetê derxistine û radibin û berhemên biyanî yên edebî jî werdigerînin zimanê tirkî. Ev jî diyar dike ku heke em rêyê li ber van kirinan negirin, hingî em dixwazin bibin tirk, sibehê em ê canê xwe di oxira tirkîbûnê de bidin. Ew xizmeta çi dikin, ez fahm nakim. Kurd êdî divê di nav xwe de dev ji bikaranîna zimanên biyanî berdin. Bala xwe bidin nûçeyan. Hê do weşanxaneyek nû li Diyarbekirê ava bûye. Ji dêleva ku nivîsandina kurdî bidin hezkirin, diçin berhemên kurdên tirkînivîs diweşînin û wan didin naskirin da ku xortên nû jî berhemên wan bixwînin û xwe bişibînin wan. Hingê ew weşanxane nikare ji min re behsa kurdayetiyê bike. Ew bi tenê dikarin xwe bixapînin. Li gora min du kurdên kurdîaxêv ku bi hevdu re bi tirkî (an jî zimanekî din) bipeyivin û bi tirkî binîvîsînin û bi tirkî çap bikin û bidin çapkirin, divê li ser kurdbûna xwe hin pirsên tûnd ji xwe bikin. Ji xwe ruhê min ji kesên weha diçe û min ji ber vê sedemê têkîliya xwe bi gelek hevalên xwe re qut kiriye.
Tofan. Hindik maye ji wê tofanê re. Hertişt dê serobinî bibe.
Pirs ji aliyê Sîrwanê Hecî Berko ve hatin amadekirin.
|
|
|
|
|
|