|
|
|
23.12.2004 - 17:22
|
[ 1452 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
- Bandora siyasetê li ser ragihandinê heye -
Hevpeyvîn bi berdevkê Yekîtiya Rojnamevanên Elman re
 Hendrîk Zörner | Berdevkê Yekîtiya Rojnamevanên Elman (DJV) Hendrîk Zörner eşkere dike ku rojnamevan di xebata xwe de ne her tim azad in. Bi MALPERA AMÛDÊ re ew li ser rola siyaset û berjewendiyên Yekîtiya Ewropa û Emerîkayê di ragihandina bûyerên li welatên din de diaxive.
* * *
Gelo berjewendiyên Elmanyayê di ragihandina medyaya elmanî de roleke çawa dilîzin?
Nabe ku berjewendiyên welatan ti rolê di xebata rojnamevanan de bilîzin. Di rojnamevaniyê de, aktualîte û giringiya nûçeyê krîterên bingehîn in. Rojnamevan bixwe nûçeyên xwe hildibijêrin û wan li gorî xwe çêdikin. Kesek nikare tiştekî ser wan ferz bike.
Lê em gelek caran dibînin ku rojnamevanên elman bûyerên li welatên mîna Suriyê piştguh dikin û di xebata wan de ti ciyî nabînin.
Kêmbûna peyamnêran û herweha derfetên wan ên kêm li van welatên ku tu behs dikî, sedema bingehîn e ku ji wan deveran kêm nûçe tên. Ger derfet û teknîk baş peyda bibin, nûçe jî têne amadekirin.
Bandora siyaseta Emerîka û herweha ya Yekîtiya Ewropayê derbarê pirsgirêkên derve û bi taybetî yên Rojhilata Navîn çi rolê dilîzin?
Mirov dikare bêje ku siyaseta van herdu hêzan di xebata ragihandinê de xwedî rolin mezin in. Dema pirsgirêkên welatekî di rojevan wan de bin, medya bêtir xwe mijûlî van pirsgirêkan dike.
Di ragihandina şerê li dijî rêjîma Iraqê de, medyaya elmanî helwesteke li dijî şer eşkere kir. Helwesta wê mîna ya tevaya gelê elman, lê berevajî ya medyaya emerîkî û hin welatên din bû...
Têkiliya medya û gel her car tê guhertin. Geh gel nerîna xwe li ser rojnamevanan ferz dike û gelek caran jî medya helwesta gel çêdike. Rojnamevan beşek ji civata xwe ne. Ew jî li gorî nerînên ku di civakê de peyda dibin, xebata xwe dikin.
Hevpeyvîn ji aliyê Sîrwanê Hecî Berko ve hate kirin.
sirwan@amude.com
|
|
|
|
|
|