www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
11.10.2009 - 21:09 [ 1759 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Endamê komîteya navendî ya Yekîtî Ismaîl Hemê: Rêjîma Suriyê ji serhildaneke din tirsiya

Sîrwan H. Berko - Berlîn


Ismaîl Hemê: Qet ne gengaz e ku Tirkî van guhertinan pêk bîne û cîrana wê Surî li ciyê xwe raweste. (wêne: yekitimedia.org)
Piştî weşandina daxuyaniya Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê li ser rawestandina çalakiya protestoyê ku gerek sibe li Qamişloyê pêk hatiba, Malpera Amûdê ev hevpeyvîn bi endamê komîteya navendî ya Yekîtî Ismaîl Hemê re pêk anî.

Malpera Amûdê: Birêz Ismaîl Hemê, hûn ji bo çi sibe li Qamişloyê çalakiya xwe pêk naynin?
Ismaîl Hemê: Desthilata Suriyê têkilî bi me re danî û je me xwest ku em çalakiya xwe pêk neynin û soza hevdîtineke nêzîk bi partiya me re da me.

Malpera Amûdê: Partiya Bees têkilî bi we re danî yan serokatiya dewletê?
Ismaîl Hemê: Serokatiya dewletê di rêya parêzgehê Hisiçayê re, wî jî d irêya mudîrê mentîqeya Qamişlo re em agahdar kir. Ji ber ku em rêjîmê nas dikin û berî niha gelek soz dane me, lê bi cî neanîne, me deman ji wan xwest û qan qebul kir ku em daxuyaniyê derxin û tê de behsa sozên serokatiya dewletê bikin. Me pêşî doza civîna bi serokê dewletê re kir, lê me li hev kir ku em di qonaxa pêşî de bi nûnerên rêjîmê re bicivin û piştre gerek em bi serok re bicivin.

Malpera Amûdê: Hûnê kînga û bi kê re bicivin?
Ismaîl Hemê: Emê bi komîteyekê ji serokatiya dewletê re bicivin û civîna me wê di van rojên li pêşiya me de pêk bê, lê em niha naxwazin navan û demê eşkere bikin.

Malpera Amûdê: Gelo li gorî we çima serokatiya dewletê ev gav ber bi we ve avêt?
Ismaîl Hemê: Rêjîma Suriyê ditirsiya ku sibe li Qamişloyê serhildanek din pêk bê. Me karê xwe baş kiribû û hertiş ji bo çalakiyeke mezin amade kiribû.

Malpera Amûdê: Hûnê di civîna xwe de li ser çi biaxivin?
Ismaîl Hemê: Şertê me yê esasî ew e ku Kurd di destura Suriyê de bên pejiranin. Lê berî niha di danûsatdninan de rêjîmê ji me re got ku ewê nasnameyan li Kurdên bênfius vegerîne, mafên çandî bide Kurdan û rewşa aborî li herêmên kurdî baştir bike. Em weke qonaxa pêşî bi van xalan razî ne, lê bêyî pejirandina gelê kurd di destura Suriyê de Pirsa Kurdî nayê çareserkirin û em vî tiştî qebul naikin.

Malpera Amûdê: Hûnê wek Partiya Yekîtî bitenê ji aliyê Kurdan ve beşdarî vicînî bibin?
Ismaîl Hemê: Belê, niha emê bitenê biçin şamê û piştre emê doza wê yekê bikin ku partiyên kurdî yên dî jî beşdarî guftûgoyan bibin.

Malpera Amûdê: Li gorî te çima rêjîm dixwaze niha bi Kurdan re bicive?
Ismaîl Hemê: Yek ji sedeman ew e ku dawiya vê mehê di navbera Surî û Yekîtiya Ewropayê de peymaneke hevkariyê tê imzekirin û yek ji daxwazên Yekîtiya Ewropayê ew e ku Pirsa Kurdî bê çarserkirin. Herweha guhertinên ku li Tirkiyê pêk tên, roleke mezin dilîzin. Gavên ku dewleta tirkî ji bo çarserkirina Pirsa Kurdî li Tirkiyê avêtine, mîna şoreşekê ye. Qet ne gengaz e ku Tirkî van guhertinan pêk bîne û cîrana wê Surî li ciyê xwe raweste.

Malpera Amûdê: Gelek sipas ji te re.
Ismaîl Hemê: Ser çavan.

E-mail: sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000