|
|
|
» Çapemeniya kurdî di neynikê de
|
15.01.2009 - 22:37
Hin malperên kurdî Václav Havel bi saxî dikujin!
Sîrwan H. Berko - Dortmund
 Netkurd jî nûçeya sexte weşand. |

Do û îroj hin malperên kurdî mirina kevneserokê Komara Çekê Václav Havel ragihand. Van malperan heman nûçe bi kar aniye, ku tê de hatiye nivîsandin ku Havel miriye. Lê di rastiyê de Havel hîn sax e û ew nemiriye! Lê van malperan nûçeya xwe ji kû anî?
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
03.03.2008 - 13:19
Ji çapemeniya kurdî: Çawa »Diyarname« erebî kir kurdî
Sîrwan H. Berko - Dortmund
 Berga pirtûka "Mem û Zîn" a ku berî çend roja ji weşanxaneya El-Zeman li Şamê derket (wêne: keskesor.info) | Ji bilî vê yekê, Diyarname di destpêka nûçeya xwe de nivîsandiye, ku bi çapkirina pirtûka "Mem û Zîn" weşanxaneya El-Zeman "dest bi çapkirina pirtûkên kurdî kir". Ev agahî ne rast e, çimkî ta niha ji heman weşanxaneyê pirtûkên kurdî derneketine, bi kêmanî ne bi şêweyekî fermî. Lê eger em wan pirtûkên ku xwedî naverokine kurdî ne û ji aliyê nivîskarên kurd ve hatine nivîsandine, weke pirtûkên kurdî bi nav bikin, hingî berî derketina "Mem û Zîn" komek ji pirtûkên dî derketine...
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
25.04.2007 - 12:08
Ji çapemeniya kurdî: Çawa Hewlêr û Duhok bûn bajarên bakurê Kurdistanê
Sîrwan H. Berko - Dortmund
 Dîmenek ji rûpela endamên HRKRD di malpera rojava.net de | Her Kurdek dizane - an jî gerek bizanibe - ku Kurdistan hatiye perçekirin û îroj - ji bilî hin deverên li Sovyeta Kevn - çar perçeyên Kurdistanê yên bingehîn hene: Bakur (Kurdistana Tirkiyê), Başûr (Kurdistana Iraqê), Rojhilat (Kurdistana Îranê) û Başûrê-Rojava (Kurdistana Suriyê). Dibe ku Kurdekî nexwende van agahiyên coxrafî li ser welatê xwe nizanibe; lê Kurdê xwende yan jî yê rewşenbîr, an jî yê ku xwe rewşenbîr dibîne û vî navî li xwe dike, divê Bakur û Başûr ji hev derxîne.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
28.02.2007 - 10:25
Ji çapemeniya kurdî: Çawa HRKRD Beşar kir Hiner Selîm
amude.com
 Malpera HRKRD rojnamevanek bi navê Beşar kiriye derhênerê kurd ê navdar Hiner Selîm (wêneyê beşek ji www.rojava.net) |
DORTMUND (amude.com) - Kesê ku îroj li beşê erebî yê malpera www.rojava.net a Hevgirtina Rewşenbîrên Kurd ên Rojava li Derve (HRKRD) binere, ew dê bibîne ku li ser filmê "Dol" ê derhênerê kurd Hiner Selîm nûçeyek hatiye weşandin. Li jora nûçeyê wêneyek heye û li jêr wêneyî hatiye nivîsandin "Hiner Selîm". Gelo HRKRD wêneyê kê aniye û kiriye yê Hiner Selîm? Ev wêne yê rojnamevanekî bi navê Beşar e. Beşar hevpeyvînek bi Hiner Selîm re kiriye û ew di beşê erebî yê malpera Deutsche Welle de weşandiye. Li wê derê wêneyek Beşar ligel Hiner Selîm hatiye weşandin. Li şûna ku birêvebirên malpera rojava.net wêneyê Hiner Selîm jêkin û bi nûçeya xwe re biweşînin, wan yê Beşar bi kar aniye û ew kiriye Hiner Selîm:
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
04.02.2007 - 01:10
Çi bi »Peyama Kurd« hat?
amude.com
 Peyama Kurd rawestandina xwe ya ji bo du mehan radigihîne (hejmar 96, 07.07.2006) | DORTMUND (amude.com) - Di 07.07.2006ê de hejmara dawî ya rojnameya kurdî ya heftane "Peyama Kurd" derket. Di wê hejmarê de, li jora rûpela pêşî li jêr sernavê "Agahdarî" hatibû nivîsandin, ku rojname dê "ji bo reorganîzasyon û bêhnvedana xebatkarên rojnameyê" du mehan bête rawestandin û "wê di meha Îlonê de dest bi weşana xwe bike". Ji hingî ve heft meh derbas bûn û hîn jî "Peyama Kurd" derneketiye. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistin, xwediyên rojnameyê hîn jî deyndarên çend xebatkarên xwe yên hingî ne, ku hinan ji wan pereyên xwe yên bi kêmanî du mehan nestendine.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
25.03.2005 - 00:41
Ji çapemeniya kurdî: Bi sond ev ne wêneyê we ye!
amude.com
 Ji "Azadiya Welat", hejm. 475, r. 9 |
Di rûpela 9ê ya hejmara nû ya rojnameya "Azadiya Welat" de (hejm. 475), ligel nivîsarekê wêneyek hatiye çapkirin. Çavkaniya vî wêneyî nehatiye eşkerekirin. Ev wêne yek ji 9 wêneyên Kurdên êzîdî yên li Erministanê ye, ku rojnamevann Ruben Mangasaryan û Mark Grigoryan ji bo "BBCRussian.com" amade kiribûn û ew herweha di malpera "BBC News" de hatibûn weşandin, wek ku li vir diyar dibe:
BBC NEWS
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
22.01.2005 - 01:36
Ji çapemeniya kurdî: -Diza ji diza dizî-
amude.com
 Merwan Osman (avestakurd.net, 21.01.2004) |
Malperên "Avesta" û "Tîrêj" do nûçeyek derbarê greva birçîbûnê ya siyasetvan û helbestvan Merwan Osman weşand. Malpera "Avesta" di rûpela xwe ya pêşî de wêneyek Merwan Osman weşandiye. Malpera "Tîrêj" jî heman wêne weşandiye û di dawiya nûçeya xwe de malpera "Avesta" weke çavkaniya vî wêneyî diyar kiriye. Ev wêneyê Merwan Osman di 29.05.2004ê de li Parîsê ji aliyê MALPERA AMÛDÊ ve hatiye kişandin. Ew çend caran di MALPERA AMÛDÊ de hatiye weşandin û navê wê ligel nîşana "copyright" jî li ser in. Malperê ew cara dawî di 20.01.2005ê de ligel nûçeyekê derbarî greva birçîbûnê ya Merwan Osmanî weşand.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
12.12.2004 - 11:41
Ji çapemeniya kurdî: Çawa Malpera Amûdê bû -internêt-
amude.com
 "Evro", hejmar 62, 20.10.2004, r. 16 |
Di rûpela 16ê ya hejmara 62ê ya rojnameya hefteyî "Evro" de, ku li Duhokê derdikeve, nivîsek li ser derhênera kurd Eyşe Polat hatiye weşandin. Çavkaniya vê nivîsê hevpeyvînek ligel Eyşe Polat e. Di dawiya nivîsê de, "Evro" weke jêder "internêt" nivîsadiye.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
10.12.2004 - 22:27
Ji çapemeniya kurdî: Kopîkirin û jibîrkirin
amude.com
 Nûçeyeke "Peyama Kurd", hejmar 14, r. 7 |
Di hejmara nû ya PEYAMA KURD de, di rûpela 7ê de nûçeyek hatiye weşandin. Çavkaniya vê nûçeyê rojnameya "AGIRÎ" ye, ku di malpera KURDISTANMEDIA.COM de tê weşandin. Lê PEYAMA KURD ew ji malpera RIZGARI.ORG kopî kiriye û hema wilo weşandiye, bêyî ku ti guhertinan tê de pêk bîne.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
|
|
|
|
|