|
|
|
» Çapemeniya kurdî di neynikê de
|
|
10.12.2004 - 22:27
|
[ 1357 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ji çapemeniya kurdî: Kopîkirin û jibîrkirin
amude.com
 Nûçeyeke "Peyama Kurd", hejmar 14, r. 7 |
| Di vê quncikê de, MALPERA AMÛDÊ dê ji niha û pê ve li ser kêmaniyên çapemeniya kurdî yên balkêş raweste. Armanca vê quncikê ew e, ku bala xebatkarên medyaya kurdî bikişîne ser çewtiyên wan, da ku çapemeniya kurdî pêş bikeve û bikaribe bibe "hêza çaremîn". Ji ber pirbûna çewtiyan û herweha binpêkirina mafan di çapemeniya kurdî de, tenê nimûneyên balkêş û berbiçav dê li vê derê bêne weşandin. Kesê ku li deverekê rastî çewtiyeke wilo bê, ew dikare me agahdar ke: info@amude.com | Di hejmara nû ya PEYAMA KURD de, di rûpela 7ê de nûçeyek hatiye weşandin. Çavkaniya vê nûçeyê rojnameya "AGIRÎ" (hejmar. 13, r. 20) ye, ku di malpera KURDISTANMEDIA.COM de tê weşandin. Lê PEYAMA KURD ew di 09.12.2004ê de ji malpera RIZGARI.ORG kopî kiriye û hema wilo weşandiye, bêyî ku ti guhertinan tê de pêk bîne.
Tiştî balkêş ew e, ku xebatkarên PEYAMA KURD ji bîr kiriye ku di sernivîsê de hevoka "2 Car hatiye xwendin" bavêjin. Ev hevok di malpera RIZGARI.ORG de heye û nîşan dide, bê rûpela wê nûçeyê çend caran hatiye vekirin.
----------------------
- Nûçeyên AGIRÎ û RIZGARÎ (PDF)
- www.peyama-kurd.com
- www.kurdistanmedia.com
- www.rizgari.org
|
|
|
|
|
|