|
|
|
» Çapemeniya kurdî di neynikê de
|
|
25.04.2007 - 12:08
|
[ 1348 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ji çapemeniya kurdî: Çawa Hewlêr û Duhok bûn bajarên bakurê Kurdistanê
Sîrwan H. Berko - Dortmund
Her Kurdek dizane - an jî gerek bizanibe - ku Kurdistan hatiye perçekirin û îroj - ji bilî hin deverên li Sovyeta Kevn - çar perçeyên Kurdistanê yên bingehîn hene: Bakur (Kurdistana Tirkiyê), Başûr (Kurdistana Iraqê), Rojhilat (Kurdistana Îranê) û Başûrê-Rojava (Kurdistana Suriyê). Dibe ku Kurdekî nexwende van agahiyên coxrafî li ser welatê xwe nizanibe; lê Kurdê xwende yan jî yê rewşenbîr, an jî yê ku xwe rewşenbîr dibîne û vî navî li xwe dike, divê Bakur û Başûr ji hev derxîne.
Ji ber ku îroj dewleta Kurdistanê tune ye û hêzên navneteweyî bi sînorine çêkirî Kurdistan kiriye çar perçe, her beşek Kurdistanê wekî beşê dewleta dagîrkera wî beşî tê dîtin: Ji başûrê-rojava re "bakurê Suriyê" tê gotin, ji başûrê Kurdistanê re "bakurê Iraq" û hwd.
Di malpera xwe ya bi navê rojava.net de, rêxistina kurdî ya bi navê Hevgirtina Rewşenbîrên Kurd ên Rojava li Derve (HRKRD) li jêr her navê endamekî xwe bi zimanê ingilîzî navê welatê ku ew endam lê dijî, nivîsandiye. Dema mirov bixwaze bizanibe bê endamên HRKRD Hozan Emîn, Mesud Xelef û Dilşa Yûsiv li kîjan welatan dijîn, mirov dixwîne ku hersî li "NORTHERN KURDISTAN" dijîn.
Her kesê ku bi ingilîzî zanibe, wê bawer bike ku ev hersî endam ji bakurê Kurdistanê ne, ango Kurdistana Tirkiyê; çimkî wergera kurdî ya peyva NORTH bakur e.
Li dema mirov li jêr navên Hozan Emîn û Mesud Xelef di orta du kevanan de navên bajarên wan jî dixwîne (Arbîl û Duhok), mirov şaş dimîne. Gelo Arbîl (bi kurdî: Hewlêr!) û Duhok ne du bajarên başûrê Kurdistanê ne, ango bi ingilîzî SOUTHERN KURDISTAN? Gelo Tirkî Hewlêr û Duhok jî dagîr kirine û ji bilî HRKRD hayê tu kesî ji vê agahiya pir balkêş û xeter tune ye?
Hersî nivîskarên kurd Hozan Emîn, Mesud Xelef û Dilşa Yûsiv ji Kurdistana Suriyê (başûrê-rojavayê Kurdistanê) ne, lê li Kurdistana Iraqê (başûrê Kurdistanê) dijîn.
Di dawiya vê mehê de, li Swêdê dê sêyemîn kongirê Hevgirtina Rewşenbîrên Kurd ên Rojava li Derve li dar keve. Ez pêşniyaz dikim ku "Coxrafiya Kurdistanê" bibe xala pêşî û bingehîn a rojeva kongirê!
E-mail: sirwan@amude.com
---------
- Ji çapemeniya kurdî:
Çawa HRKRD Beşar kir Hiner Selîm (28.02.2007)
|
|
|
|
|
|