www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
04.02.2007 - 01:10 [ 1667 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Çi bi »Peyama Kurd« hat?

amude.com


Peyama Kurd rawestandina xwe ya ji bo du mehan radigihîne (hejmar 96, 07.07.2006)

DORTMUND (amude.com) - Di 07.07.2006ê de hejmara dawî ya rojnameya kurdî ya heftane "Peyama Kurd" derket. Di wê hejmarê de, li jora rûpela pêşî li jêr sernavê "Agahdarî" hatibû nivîsandin, ku rojname dê "ji bo reorganîzasyon û bêhnvedana xebatkarên rojnameyê" du mehan bête rawestandin û "wê di meha Îlonê de dest bi weşana xwe bike". Ji hingî ve heft meh derbas bûn û hîn jî "Peyama Kurd" derneketiye. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistin, xwediyên rojnameyê hîn jî deyndarên çend xebatkarên xwe yên hingî ne, ku hinan ji wan pereyên xwe yên bi kêmanî du mehan nestendine.

Lê tevî van deynên ku xwediyên rojnameyê naxwazin bidin (an nikarin?), ta berî demeke kurt jî kiriya nivîsgeha rojnameyê ya li bajarê Bonnê yê elmanî dihate dayin; dibe ku hîn jî wilo be. Peyama Kurd di 10.09.2004ê de li Bonnê dest bi weşana xwe kir. Xwediyên wê di serokatiya PDK-Bakur de cî digirin.

>> www.peyama-kurd.com

---------
- »Peyama Kurd« li iflasê xist û nema derdikeve (amude.com, 07.07.2006)
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000