www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
15.12.2005 - 01:55 [ 1637 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Ji çapemeniya kurdî:
Çawa Azadiya Welat mafê karîkaturestekî binpê dike


amude.com

Di vê quncikê de, MALPERA AMÛDÊ li ser çewtiyên çapemeniya kurdî yên balkêş radiweste. Armanca vê quncikê ew e, ku bala xebatkarên medyaya kurdî bikişîne ser çewtiyên wan, da ku çapemeniya kurdî pêş bikeve û bikaribe bibe "hêza çaremîn". Ji ber pirbûna çewtiyan û herweha binpêkirina mafan di çapemeniya kurdî de, tenê nimûneyên balkêş û berbiçav li vê derê têne weşandin. Kesê ku li deverekê rastî çewtiyeke wilo bê, ew dikare me agahdar bike: info@amude.com


Di çend hejmarên xwe yên dawî de, rojnameya Azadiya Welat di rûpelên belavoka xwe ya bi navê "Tûrik" de, hin karîkaturên krîkaturîstê kurd "Mamoste Nûjen" weşandin. Azadiya Welat ne tenê çavkaniya wan karîkaturan eşkere nekir, lê wê herweha di wan de guhertin pêk anîn. Ev karîkatur ji malpera Netkurd hatine wergirtin.

Karîkaturîst Mamoste Nûjen di daxuyaniyekê de, ku ji Malpera Amûdê re hate şandin, bal kişand ser van gunehkariyên Azadiya Welat û nerazîbûna xwe ji vê yekê eşkere kir û got ku ev weşandina karîkaturên wî di "Tûrik" de, "ne li gora etîk û huquqa rojnamegeriyê ye". Wî herweha got ku ev yek bêyî ku hayê wî jê hebe, hatiye kirin û vî tiştî ew "pir" êşandiye.

Mamoste Nûjen karîkaturîstek ji Kurdistana Tirkiyê ye û li Swêdê niştecî ye. Karîkaturên wî di gelek rojname, kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Ev demek e ku ew di malpera Netkurdê de têne weşandin.

Malpera Amûdê li vê derê du karîkaturên Mamoste Nûjen ên orîjînal û li bin wan herduyên di "Tûrik" de bi şêweyekî guhertî hatine weşandin, diweşîne:

* * * * *


Ji netkurd.com



Ji "Tûrik" (Azadiya Welat), hejm. 43, r. 1


* * * * *


Ji netkurd.com



Ji "Tûrik" (Azadiya Welat), hejm. 42, r. 1



----------------------
- "Dengê Xêzikan" - rûpela Mamoste Nûjen di malpera Netkurdê de
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000