|
|
|
» Çapemeniya kurdî di neynikê de
|
|
22.01.2005 - 01:36
|
[ 1359 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ji çapemeniya kurdî: -Diza ji diza dizî-
amude.com
| Di vê quncikê de, MALPERA AMÛDÊ dê ji niha û pê ve li ser kêmaniyên çapemeniya kurdî yên balkêş raweste. Armanca vê quncikê ew e, ku bala xebatkarên medyaya kurdî bikişîne ser çewtiyên wan, da ku çapemeniya kurdî pêş bikeve û bikaribe bibe "hêza çaremîn". Ji ber pirbûna çewtiyan û herweha binpêkirina mafan di çapemeniya kurdî de, tenê nimûneyên balkêş û berbiçav dê li vê derê bêne weşandin. Kesê ku li deverekê rastî çewtiyeke wilo bê, ew dikare me agahdar ke: info@amude.com | Malperên "Avesta" û "Tîrêj" do nûçeyek derbarê greva birçîbûnê ya siyasetvan û helbestvan Merwan Osman weşand. Malpera "Avesta" di rûpela xwe ya pêşî de wêneyek Merwan Osman weşandiye. Malpera "Tîrêj" jî heman wêne weşandiye û di dawiya nûçeya xwe de malpera "Avesta" weke çavkaniya vî wêneyî diyar kiriye. Ev wêneyê Merwan Osman di 29.05.2004ê de li Parîsê ji aliyê MALPERA AMÛDÊ ve hatiye kişandin. Ew çend caran di malperê de hatiye weşandin û navê wê ligel nîşana "copyright" jî li ser in. Malperê ew cara dawî di 20.01.2005ê de ligel nûçeyekê derbarî greva birçîbûnê ya Merwan Osmanî weşand.
Nûçe jî ev bû:
- Merwan Osman: Dixwazim ku qerebalixeke mezin çêbibe (amude.com, 20.01.2005 - 01:49)
Meselek kurdî heye, dibêje:
Diza ji diza dizî!
 Merwan Osman |
 Merwan Osman (Parîs, 29.05.2004/ wênekêş: Sîrwan Hecî Berko) |
 Merwan Osman (avestakurd.net, 21.01.2004) |
 Merwan Osman (Tirej.com, 21.01.2005) |  "wêne ji: .avestakurd.net" (Tirej.com, 21.01.2005) |
----------------------
- www.avestakurd.net
- www.tirej.net/pistgiriya-merwanosman.htm
|
|
|
|
|
|