www.amude.com
   www.amude.com - unabhängiger journalismus - independent journalism   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

malpera amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîna di malperê de



amude.de

amude.net

kulîlka hefteyê
peyvek zîrek

"Kêm kes dikarin nerînên ku ji pêşbiryarên derûdorê cuda ne, bêtirs derbirînin; piraniya kesan ji xwe nikarin bigihên nerînên wilo."
Albert Einstein (1879-1955)
 
30.06.2009 - 20:27
Wezîra swêdî Ewa Björling: Surî di mafê miletê xwe de gelek şaşitiyan dike
Sîrwan H. Berko - Stockholm


Ewa Björling (wêne: malpera hikumeta swêdî)
Wezîra bazirganiyê ya swêdî Ewa Björling (46) giringiyeke mezin dide Kurdên nişteciyên Swêdê. Björling ji hevpeyvîneke taybetî de bi rojnameya hefteyî ya kurdî "Rûdaw" re eşkere kir ku Kurdên ku li Swêdê mane, bi swêdî dizanin û civaka swêdî nas dikin, "balyozên pir baş in ji bo Swêdê û ew dikarin ji bo şirketên swêdî li Iraqê bibin alîkar". Wê herweha bal kişand ser peywendiyên welatê xwe bi Kurdistana Iraqê re û got ku "peywendiyên me yên baş bi Kurdên li Iraqê re hene". » bixwîne..

30.06.2009 - 20:41
Beşdarbûna Kurdan di pêncî û sêyemîn pêşangeha Biennale li Vînîcyayê de: Siyaset hunerê dipelixîne
Sîrwan H. Berko - Vînîciya


Hunermendên beşdar: Fehmî Balayî, Azad Nanakelî, Rêbwar Seîd, Baldîn Ehmed, Welîd Sîtî (Kurdistana Iraqê), Bahar û Monîra Malekî (Kurdistana Îranê), Malva, Norîm Hemdî, Mîrê Hêkan (Kurdistana Suriyê), Hisên Işik, Îlter Rêzan û Malmîmê (Kurdistana Tirkiyê ).

Malva bi hêrs devê xwe dibe û tîne, mîna ku dixwaze tiştekî bêje, lê dîsa gotinên xwe bi paş ve dikişîne berî ku ji devên wî derkevin. Piştî çend saniyan ji bêdengiyê, ew nema dikare bi xwe û eşkere û vekirî dibêje: "Bi rastî ev mezbele ye û şuxlê zarokan e." Lê tabloyên wî di vê "mezbelê" de daliqandî ne û dê ta dawî jî daliqndî bimînin! » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
30.06.2009 - 18:46
Li Suriyê çar girtiyên kurd azad in
amude.com


Enwer Naso di cejna Newroza îsal de.
QAMIŞLO (amude.com) - Îroj li Şamê çar girtiyên kurd serbest hatin berdan. Enwer Naso, Ehmed Kîkî û Fewaz Mehmê sê mehan di zindanê de mabûn; ew di 30.03.2009ê de hatibûn girtin. Mihemed Seîd Ehmed Palo di 10.03.2009ê de hatibû girtin. Hunermend û helbestvan Enwer Naso ji Malpera Amûdê re diyar kir ku ew ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin, lê di zindanê de rastî işkenceyên fîzîkî nehatiye. Wî berdewam kir û got: "Berpirsên ewlekariyê ji min re got ku ewê vê carê mi nberdin, lê carek din ezê wilo zû ji nav destên wan nefilitim." » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
27.06.2009 - 22:34
Dîsa li Suriyê leşkerek kurd mir
amude.com

QAMIŞLO (amude.com) - Li Suriyê welatiyek kurd ên din di dema pêkanîna erkê leşkeriyê de mir. Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Suriyê (DAD) diyar kir ku malbata leşkerê kurd Arif Seyid Osman kurê Ebdilezîz, ku nişteciyê bajarê Qamişloyê bû, do hatiye agahdarkirin ku kurê wê di nexweşxaneya leşkerî ya li Şamê ye. Ta niha ne diyar e bê sedema mirina leşkerê kurd çi ye. Birêvebiriya leşkeriya Suriyê "kontakta kehrebê" wekî sedem bi nav kiriye. » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
13.06.2009 - 10:12
«Rojek li gundên Kurdên Suriyê»
amude.com

» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
11.06.2009 - 10:58
Şivan Perwer li Hattingenê konsêrtekê dide
amude.com

BOCHUM (amude.com) - Di bîstemîn Festîvala Kemnade ya Navneteweyî de hunera kurdî tev li ya cîhanî dibe. Şivan Perwer û herweha komeke stranan a Komkarê îsal li bajarê Hattingenê beşdarî vê festîvalê dibin. Şivan roja şemiyê (20.06.2009, seet 22.30) konsêrtekê dide û grûpa "Dengê Ciwanên Azad" rojekê piştre seet 16.00 li heman deverê muzîka kurdî pêşkêş dike. Festîvala Kemnade her du salan carekê li Wasserburg, An der Kemnade 10, li Hattingenê li dar dikeve û sê rojan dirêj dike. Bilêta rojekê bi 4 Euro ya, ya hersî rojan bi 8 Euro ye. Zarokên ta temenê 12 salan bêpere derbas dibin. [www.bochum.de/kemnade-international]. » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
02.06.2009 - 21:28
Berlîn: Kurdên Suriyê balê dikişînin ser rewşa xwe
amude.com

BERLÎN (amude.com) - Dora 70 welatiyên kurd îroj li Berlînê rêjîma Suriyê protesto kir. Kurdên ku ji seranserî Elmanyayê hatibûn, di xwenîşandaneke li paytexta Elmanyayê de di ber avahiyên hikumet û parlamenta elmanî de meşiyan û di dirûşmên xwe de bal kişand ser rewşa Kurdan li Suriyê. Kurdan herweha ji hikumeta elmanî xwest ku penaberên kurd venegerîne Suriyê. Piştre wan berê xwe da balyozxaneya Suriyê û rêjîma Suriyê şermezar û riswa kir. Komîta Karên Hevbeş ku ji neh partiyên kurdî û herweha hin komele û kesên serbixwe ve pêk tê, bangî vê çalakiyê kiribû. Kemasiyên pir di warê amadekirin û pêkanîna vê çalakiyê de bûn sedema gazin û rexneyên piraniya beşdaran. Malpera Amûdê hin dîmenên vê çalakiyê diweşîne: » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
25.05.2009 - 12:38
Du leşkerên kurd mirî vegeriyan malê
amude.com

QAMIŞLO (amude.com) - Hejmara welatiyên ku di dema pêkanîna erkê leşkerî de dimirin, her ku diçe, zêdetir dibe. Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Suriyê (DAD) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku birêvebiriya leşkeriya Suriyê termên Xebat Şêxmus û Ehmed Seedun radestî malbatên wan kirin bi îdîayan ku yek di nav avê de fetisiye û yek jî ji ber nexweşiya astmayê miriye. DAD herweha diyar kir ku berî malbata Xebat Şêxmus kurê xwe binax bike, wê nîşên işkenceyê li ser laşê wî dîtine. » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
22.05.2009 - 23:55
Çîroka xemgîn a keça kurd Dilvîn
Sîrwan H. Berko - Berlîn

Dilvîn bajarê Qamişlo bi çavên xwe nedîtibû; wê çawa bibîne û ew nikare ji Elmanyayê derkeve. Tevî ku ev 15 salên malbata wê ne ku li Elmanyayê dijî, lê wê ta niha mafê rûniştinê bi dest nexistiye. Dilvîn berî heft salan li Elmanyayê çêbû û Qamişlo tenê ji bihîstinê bas dikir. Hesreta dîtina bajarê bav û kalan wê bi Dilvîn re bimîne. Wê hefteya buhrî xatir ji jiyanê xwest. » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
21.05.2009 - 20:08
Heleb: Xwendekarên kurd dîsa vegeriyan zanîngehê
amude.com

HELEB (amude.com) - Xwendekarên kurd ku ji zanîngehê hatibûn bidûrxistin, dikarin dîsa xwendina xwe bidomînin. Alan Huseynî ji Malpera Amûdê re eşkere kir ku birêvebiriya zanîngehê îroj ji biryara xwe ya meha buhurî vegeriya û derfetê dide wî û hevalên wî ku xwendina xwe berdewam bikin. Lê komîteyê biryar da ku ezmûnên ku hersî xwendekaran di beşê pêşî yê sala xwendinê de bi serketinê bi dawî anîbin, ji wan re neyên hesibandin, ango divê xwendekar madeyên xwe careke din bidin. Huseynî herweha diyar kir ku "derfet heye ku ev ceza jî bê kêmkirin." » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
18.05.2009 - 18:35
Elmanya: «Roj Tv» dikare dîsa weşana xwe bike
amude.com

LEIPZÎG (afp/amude.com) - Kanala televizyonê ya kurdî "Roj Tv" dîsa dikare li Elmanyayê weşana xwe bike. Dadgeha îdarî ya federal li Leipzîgê îroj di du biryaran de qedexeya li ser "Roj Tv" rakir. Dadgehvanan ragihand ku ne zelal e bê ma gelo Elmanya dikare weşana kanalekê ku li seranserî Ewropayê tê weşandin, qedexe bike. Wezareta hundir a federal di hizêrana 2008ê de weşana "Roj Tv" qedexe kiribû. Hîn dadgehê biryara xwe ya dawî nedaye, lê wê diyar kir ku giliyên li dijî biryara qedexekirinê dikarin bi ser kevin, çimkî li gorî qanunên ewropî tenê Danmark wek welatê ku "Roj tv" weşana xwe jê dike, dikare biryara qedexekirinê bide û ne Elmanya. » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
13.05.2009 - 07:53
Li Suriyê sê xwendekarên kurd ji zanîngehê hatin avêtin
amude.com


Zanîngeha Helebê li dijî xwendekarên kurd darê zorê bi kar tîne. (wêne: erşîv)

HELEB (amude.com) - Li Suriyê di hundirê zanîngehan de jî çewisandina Kurdan berdewam dike. Li Helebê birêveberiya zanîngehê biryara avêtina sê xwendekarên kurd da. Berdewamkirina xwendinê li Alan Huseynî, Kawa Dîko û Ebdê Remê hate qedexekirin ji ber ku ew di 12.03.2009ê de ji bo bibîranîna pêncemîn salvegera 12ê Adarê û goriyên wê li zanîngehê pênc deqe bêdeng rawestiyabûn. Hingî hêzên ewlekariyê êrîşî xwendekarên kurd kiribû û nehiştibû ku ew çalakiya xwe ya bêdengiyê bidomînin. Di encamê de komek ji xwendekarên kurd çend rojan hatibûn gitrtin, lê dûra serbest hatibûn berdan. Berî ku hersê xwendekarên kurd ji zanîngehê bên avêtin, ew ji malên xwendekaran hatibûn avêtin. » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
11.05.2009 - 16:40
Sê sal û nîv zindan ji bo Mişel Temo
amude.com


Mişel Temo
ŞAM (amude.com) - Dadgeha tawanan a yekemîn li Şamê îroj sê sal û nîv zindan li berpirsekî kurd birîn. Dadgehê berpirs û peyvdarê partiya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Suriyê Mişel Temo (51) di "qelskirina hestên niştimanî" û "belavkirina agahiyên ne rast ku dikarin nefsiya gel qels bikin" de gunehkar dît, ku li gorî xalên 285 û 286 ên qanuna cezayan a Suriyê ji bo her tawanekê sê sal zindan tên birîn. Dadgehê dema zindanê kir sê sal û nîv û bi ser de jî ji bo deh salan ji mafên medenî ji Temo stendin. dadgehê maf neda Temo ku xwe biparêze. Piştî ragihandina biryara dadgehê, Miş,el temo got: "Ez derîbeya peyva azad didim." » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
08.05.2009 - 14:30
«Şoreş û Şêrîn» xelata CÎVÎS a giring stend
amude.com


Serkal Kuş û Katriîn Gebbe bi xelata xwe kêfxweş in (wêne: amude.com)

BERLÎN (amude.com) - Kurtefilmek li ser du zarokên kurd do li Berlînê paytexta Elmanyayê xelatek giring stend. Di ahenga xelatdayinê ya di parlamenta Elmanyayê de filmê "Şoreş û Şêrîn" European Young CÎVÎS Media Prize stend. Nivîskarê çîrokên filman Serkal Kuş, ku bi eslê xwe kurd e, çîroka vî filmî nivîsandiye û derhênerî jî ji aliyê Katrîn Gebbe ve hatiye kirin. CÎVÎS xelateke ewropî ya giring e ku her sal carekê ji bo baştirîn bernameyên radyoyê û herweha filmên li ser întegratsyon û pirbûna çandî tê dayin. » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
01.05.2009 - 22:25
Helbestvan Mizgîn Hesko rewşeke xerab derbas kir
amude.com


Mizgîn Mehmud hîn di nexweşxaneyê de ye. (wêne: erşîv)
DETMOLD (amude.com) - Helbestvana kurd Mizgîn Hesko ji nexweşiyeke giran filitî. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistin, rewşa wê ewqas xeter bû ku pijîşk neçar man ku gurçikeke wê rakin. Ev bêtirî du hefteyên Mizgîn Hesko in ku di nexweşxaneyeke bajarê Detmold ê elmanî de ye. Wê ragihand Malpera Amûdê ku niha rewşa wê ber bi başbûnê ve diçe, lê hîn ne diyar e bê ewê kengî bikaribe ji nexweşxaneyê derkeve. Hesko li jêr navên "Tîpên Evînê" û "Asoyekî Tijî Endko" ta niha du pirtûkên helbestan weşandine. » bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
 
reklam
reklam

Dermanxaneya te
ya bi zimanê kurdî

xwediyê wê: Xalid Welo

Ostertor Galerie
Osterstr. 52 - 54
32105 Bad Salzuflen

Tel.: 052 22 - 80 71 896
Faks: 052 22 - 80 71 898

Demên vekirinê:
duşem - în: seet 8.00 - 20.00
şemî: seet 8.00 - 21.00

Em ji dermanên we tînin cem we malê jî.

Malpera Amûdê li te digere!
tv & radyo
» Zagros Tv
» Roj Tv
» mmc
» TRT6 - Kurdî
» WDR - Funkhaus Europa
» Radyo Duhok
» Dengê Emerîka
» Radyo Newa
» Radyo SBS
» Radyo Zayele
Serhildana 12ê Adarê
dosêya sînema amûdê
www.amude.com -  © 2000-2005 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000 | Statîstîk |